Hêzên dagirker gundên Şera û Şehbayê topbaran dikin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên navçeya Şera ya Efrînê û gundên Kantona Şehbayê bi giranî topbaran dikin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Meranaz, Malikiyê, Kefer Atûn, Kefer Naya, Şêx Hilal û Methanan Feysel yên navçeya Şera ya Efrînê û Kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran dikin.