Li Qamişloyê teqîn: 2 sivîl jiyana xwe ji dest dan

Di encama teqîna li depoyeke ya komkirina plastîkan ya li Qamişloyê de 2 kes mirin.

Li Qamişlo di teqîneke li depoyeke ya komkirina pilastîkan a de 2 kes mirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, li depoya komkirina plastîkan a li ser rêya Iwêca ya li Qamişloyê de, di encama mayîna li nava dînamoyeke hatibû bicihkirin de 2 kes mirin.

Navê kesên mirine wiha ne: Farûq Silêman (29) û Raîd Nayîf (24)

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bûyerê lêkolîn dikin.