Di êrîşa li ser Minbicê de sivîlek hate kuştin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker êrîşî gundên dikeve bakur rojavayê Minbicê kiribû. Di êrîşê de jinek mir û kesek birîndar bû.

Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ji gundê Yaşlî, gundên Dendeniya, Um Edesa, Farat, Um Celûd, Eseliya û Seyada yên bakurê rojavayê Minbicê dan ber topan, di encama topbaranê jinek mir û sivîlek din birîndar bû.

Hate ragihandin ku topek li mizgefta gundê Um Edese ket di encamê de ziyan gihaştin mizgefê.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker nuqteyên rejîmê yên li gundê Ewseclî yê ser rêya navdewletî ya Bab- Minbicê kirin hedef. Gundê Ewseclî 7 km dûrî xeta navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û hêzên rejîma Sûriyê ji aliyekî ve û çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî din ve. Li vir 5 leşkerên rejîmê birîndar bûn.

Buroya Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê daxuyanî dabû û diyar kir ku hêzên rejîmê bersiva jêdera êrişê dan, 2 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn.