YPG’ê nasnameya şervanekî xwe eşkere kir

YPG’ê ragihand ku şervanê wan Diyar Efrîn 13’ê Sibatê li Helebê dema bi erka xwe radibû, şehîd bûye.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya şervanekî xwe yê şehîd eşkere kir.

Daxuyaniya YPG’ê wiha ye;

“Rêhevalê me Diyar Efrîn dema ku li ser erka xwe bû, roja 13’ê Sibatê li Helebê di encama nexweşiyekê de şehîd bû.

Hevrê Diyar Efrîn yê ku li Efrînê di nav malbatek welatparêz de ji dayîk bû û mezin bû, ji berxwedana dîrokî ya li Efrînê bandor bû û di nav refên şoreşa azadiyê de bi awayek çalak cîhê xwe girt. Hevrê Diyar, bi sekna xwe ya dilnizm, kesayeta xwe ya kedkar her tim bû xwedî sekneke pêşeng ya têkoşer.

Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye;

Nasnav: Diyar Efrîn

Nav û Paşnav: Ehmed Kedro

Navê Dayikê: Elîf

Navê Bav: Xelîl

Cihê Ji Dayikbûnê: Efrîn

Cih û Dîroka Şehadetê: Heleb / 13'ê Sibat 2020

Em di şexsê hevrê Diyar Efrîn de hemû şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin. Em di serî de ji malbata şehîdê xwe re û hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”