Şervanê QSD’ê Salih Qewas bi merasîmekê veşartin

Cenazeyê şervanê QSD’ê Salih Qewas (Dilşêr’ ê di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûbû, li Şehîdgeha Şehîd Rûstem Cûdî veşartin.

Bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyê şervanê QSD`ê Salih Qewas (Dilşêr) ku di berxwedana li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de şehîd bûbû, li Şehîdgeha Şehîd Rustem Cûdî ya li gundê Berkevirê veşartin.

Şêniyan cenazeyê Dilşêr ji pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirt û di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi karwanekî ji dehan erebeyan berê xwe da Şehîdgehga Şehîd Rustem Cûdî.

Li Şehîdgehê, merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştre yek ji rêveberiyên Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê Elî Xelîl axivî. Elî îşaret bi girîngiya şopandina rêya şehîdan û girêdana bi axa ku bi saya xwîn û keda wan hatiye rizgarkirin, kir. Her wiha banga parastina destkeftiyên şehîdan û bilindkirina asta berxwedana li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê kir.

Elî Xelîl destnîşan kir ku di êrişên çeteyên Cebhet El-Nusra li ser bajarê Serêkaniyê sala 2015`an de, bavê şehîd Dilşêr ji yekemîn kesên ku çek rakirine û parastina bajarê Serêkaniyê kirine, bû ku di êrişan de şehîd bû û wiha got: "Şehîd Dilşêr jî çeka bavê xwe li erdê nehişt û ji bo parastina destkeftiyên şehîdan, di Berxwedana Rûmetê de şehîd bû."

Apê şehîd Dilşêr û şervanê QSD`ê Hîwa Weqas soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Piştî axaftinan û şûnde nasaneya şehîd hate xwendin û radestî malbatê kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeyê şehîd bi dirûşman veşartin.