Li Hesekê cenazeyê du şehîdan hate veşartin

Welatiyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cezayên şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hisên Elî Îd û şervanê QSD’ê Ehmed Mensûr (Şahoz Hesekê) bi merasîmekê li Gorsitana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê veşartin.

Bi sedan welatiyên Hesekê û gundewarên wê cezayên şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Hisên Elî Îd û şervanê QSD’ê Ehmed Mensûr (Şahoz Hesekê) ku dema bi erka xwe radibûn şehîd bûbûn, ji navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ber bi Goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê ve ketin rê.

Li goristanê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Piştre ji aliyê şervanên QSD û şervanên Hêzên Erka Xweparastinê ve merasîmeke leşkerî hate lidarxistin. Endamê Meclîa Malbatên Şehîdan Îbrahîm Hisên axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Li ser navê hêzên leşkerî yên bajarê Hesekê Fermandar Şiyar Hesekê axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got; “Şehîdan ji bo jiyaneke hevbeş canê xwe feda kirine û bûne sembolê aştî û biratiyê. Şiyar anî ziman ku bi fedekariyê şehîdan wê serkeftin para gelên herêmê be.

Piştre endama Mecîisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên herdu şehîdan xwend û radestî malbatên wan kir.

Cenazeyê herdu şehîdan bi dirûşme û tilîliyên dayikan li goristanê hate veşartin.