Di êrîşa dewleta Tirk a li Eyn Îsayê de 3 sivîl birîndar bûn

Di bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Şergirat û Mişrefa yên Eyn Îsayê de 3 kes birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin girtin, saet derdorî 19:30’î, dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Mişrefa û Şergirat ên Eyn Îsayê kirin hedef û bi çekên giran bomberdûman kirin. Her wiha depoyên genim jî bûn hedefa heweanan.

Li gorî agahiyên destpêkê bi kêmanî 3 kes birîndar bûne rakirin nexweşxaneyê.