Dagirkeran êrişî gundên Şehba û Şerayê kirin

Dewleta Tirk a dagirker tevî komên xwe yên çete bi obusan bombe li gelek gundên Şehba û Şerayê barandin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, dewleta Tirk tevî çeteyên xwe saet di 22:20'an de êriş birin ser gundên Meranez, Malikiyê, Şiwarxa û keleha Şiwarxa yên navçeya Şer ya Efrînê û navçeya Til Rifat, gundên Şêx Îsa, Methana Faysal û Cimêlê yên Şehbayê. Der barê êrişan agahiyeke berfireh nehatin bidestxistin.