QSD: Hevrêyê me Rênas Oramarî ji ber nexweşiyê şehîd bû

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku şervanê wan Rênas Oramarî 2'ê Tîrmehê ji ber nexweşiyê şehîd bû.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD'ê got, "Hevrêyê me Rênas Oramarî ji ber nexweşiyê şehîd bû."

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Fedakariyên ku şervanên me di oxira parastina gelên herêmê, parastina ewlehî û aramiyê li hember hêzên terorîst û dagirkeriyê didin de mezin dibe. Şervanên destnîşan dikin ku ew ê bi her şêwî têbikoşin û parastina nirxên berxwedanê bikin ku şehîdên me di şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ava kiriye.

Hevrêyê me birînpêç Rênas Oramarî ku bi xurtî tev li şerê têkbirina rêxistina DAÎŞ'ê bû û bersivdana êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi rêya xebata xwe li nava tîmên tibî yên ambulancê bû, li hember xetereya şer dudilî nebû. Bi tîma xwe ya tibî re di dema şer de lez dida ku birîndaran rake, veguhêze nuqteyên tibî û nexweşxaneyan.

Hevrêyê me di dan û standina bi şervanên birîndar re bi rêya exlaq, mirovbûn û şoreşgertiya xwe karekî lehengane dikir. Di fedekariya xebat û rihê xwe yê hevaltiyê de kete dilên hemû şervanan.

Hevrêyê me Rênas Oramarî di encama azarên bi nexweşiyê re şehîd bû. Em hevrêyên wî ne, di demekê de ku sersaxiya malbata hevrêyê şehîd, şervan û gelê xwe dixwazin, soza xwe ya şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan dubare dikin.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Navê tevgerî: Rênas Oramarî
Nav û paşnav: Ebdurezaq Kamirî
Dîroka jidayikbûnê: 1968
Navê dayikê: Asya
Navê bav: Ehmed
Cih û dîroka şehadetê: Hesekê, 02.07.2022."