Cenazeyê Şehîd Mizgîn Kobanê hate veşartin

Cenazeyê Fermandara YPJ'ê Mizgîn Kobanê ya ku di encama êrîşa balafira bêmirova û biçek a dewleta Tirk de şehîd bû, li Kobanê bi merasîmekî girseyî hate veşartin.

Cenazeyê Fermandara YPJ’ê Şehîd Mizgîn Kobanê (Sîham Muslim) ya ku di 2’ê Tîrmeha 2022’an de di encama êrîşa balafira bêmirova û biçek a dewleta Tirk de li Reqayê şehîd bû, li Kobanê bi merasîmekî girseyî hate veşartin. Gelek welatî tev li merasîma veşartinê bûn. Di merasîmê de wêneyê şehîd û ala YPJ’ê hate hildan.

Bi sedan welatiyên li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê kom bûn, ji bo giyanê şehîdan rêz girtin. Li vir ewilî rêveberê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad Xelef axivî. Riyad Xelef diyar kir ku heta rizgarkirina hemû herêmên hatine dagirkirin ew ê têkoşînê bilind bikin.

Piştre Hevseroka Desteya Hundirîn a Herêma Firatê Sozdar Şêxo mafê axaftinê girt û got: “Dewleta Tirk a dagirker timî bi êrîşên xwe jinan dike hedef. Ji ber ku jin timî têdikoşe û ew jî ji fikir û têkoşîna jinê ditirsin. Ji ber vê yekê timî jinê dike hedef. Ew şerê ku em dikin, şerê hebûnê ye û em ji bo vê hebûnê giyanê xwe feda bikin. Em ê timî xwedî li şehîdên xwe derbikevin û paş de gav neavêjin.”

Li ser navê malbata Şehîd Mizgîn Hebûn Mihemed jî axivî û got: “Dem dema Şerê Gel ê Şoreşgerî ye. Îro dewleta Tirk a dagirker her cûreyê çekan li ser me bikartîne. Welatên navneteweyî li hemberî van êrîşan bêdengin. Em ê heta azadiyê têkoşîna xwe xurtir bikin.”

Piştre nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Cenazeyê Şehîd Mizgîn Kobanê bi tilîlî û dirûşmeyên “Şehîd namirin“ hate veşartin.