Li Kobanê perwerdeya ji bo mamosteyan

Mamosteyên Akedemiya Viyan Amara diyar kirin ku ew ji bo paşerojeke azad xwe perwerde dikin û gotin, “Pêşketina civakê bi asta zanistiyê ve girêda ye.”

Dewreya Şehîd Tîrêj Korpîngar ya ku di binesaziya Akademiya Viyan Amara de bi armanca pêşxistin û perwerdekirina mamosteyan di 20’ê Hezîranê de bi beşdariya 52 mamoste hatibû destpêkirin. Rêveberiya Akademiya Viyan Amara Dûşêr Ebdî li ser rewşa akademî û asta perwerdehiyê nirxandin kir.

‘PÊŞKETINA CIVAKÊ BI ASTA ZANISTÊ VE GIRÊDA YE’

Dûşêr Ebdî diyar kir ku di 20’ê Hezîranê de bi beşdariya 52 mamoste wan dest bi perwerdehiyê kirine û wiha got, “Ev perwerde heya mehek wê dewam bike. Li gorî şopandina komisyonê asta mamosteyan serkeftiye. Pêşketina civakê bi asta zanistiyê ve girêdaye. Erkê mamosteyan girane. Mamoste ew kesên ku şekîl didin nifşên nû yên civakê. Her çend kêmahî hebe jî mamoste pêdivî bi xwe perwerdekirinê dibînin. Ev xebata perwerdekirina mamosteyan wê dewam bike.”

‘ŞOREŞA PERWERDEHIYÊ ŞOREŞEK GELEK GIRÎNG E’

Leyla Bozan ku mamosteya beşa dîrokê ye têkîldarê rêveçûna perwerdehiyê ev tişt anî ziman, “Şoreşa perwerdehiyê şoreşek gelek girîng e. Ji ber vê yekê, divê mirov ti carî dev ji xwe perwerdekirinê bernede. Asta zanistiyê çiqas kûr bibe ewqas mirov dikare berhemên baş derîne pêş û bike xizmeta civakê. Gelek endamên mamoste bi pêşniyarên xwe tevlî dewrê bûn. Perwerdehî rastî eleqeyek mezin tê. Di girteka perwerdehiyê de gelek mijarên girîng cih digirin.”

NEBÛNA ZIMANÊ FERMÎ ZEHMETÎ DIDE

Yek ji mamosteyên beşa dîrokê Sebrî Elî jî anî ziman ku, ji ber zimanê Kurdî ji aliyê dewletên desthilatdar ve weke zimanek fermî ne hatiye pejrandin, rastî zehmetiyên mezin tên û got, “Di dîrokê de zimanê Kurdî, çanda Kurd û dîroka wê her dem ji aliyê desthilatdaran ve hatiye çewisandin û xwestine winda bikin. Îro li Rojavayê Kurdistanê derfetek ji bo pêşxistina xwe û zimanê xwe heye. Em jî vê derfetê bikar tînin.”