Li Kobanê 39 hezar ton genim li embaran hatin bi cih kirin

Li Kantona Kobanê heya niha 39 hezar ton genim di embaran de hatine bicihkirin.

Li embarên genim ên Sirîn, Rovî û Çelebî yên Kantona Kobanê dora 39 hezar ton genim hatine berhevkirin. Lê ji bo pêdiviya herêmê hêj pêdivî bi 55 hezar ton genim heye.

Hevseroka Kampanya Pêşxistina Civaka Çandinî Gulistan Şêx Ehmed têkîldarê mijarê got, “Li Kobanê sê embarên genim hene. Ji 20’ê Hezîranê ve embarên genim a Çelebiyê tejî bûye. Her embarek nêzî 12 hezar ton genim em dikarin danin. Yê Sirînê wê îro qoteya wê tejî bibe ya Rovî jî ji xwe tejî bûye.”

Şêx Ehmed diyar kir ku wan ardê ku amade dikin, ji ber di embaran de cih nîne li firinên herêmê bi cih dikin û wiha dewam kir, “Me agahî da gel ku genimên xwe bikin tûr û ji me re bînin, da ku em di depoyan de biparêz in. Nêzî 39 hezar ton genim me di embaran de bi cih kir, lê ev yek têra gelê herêmê nake. Pêdivî bi 55 hezar tonên din heye.”

Şêx Ehmed da zanîn ku ji bo Eyn Îsa û Girê Spî wê genim li embarên Galta û Gobiş bêne bicihkirin. Di vê der barê de jî wê dawiya havînê civîna herêma Firatê bê lidarxistin.