'Ji bo veşartina sûcên xwe her tim êrîşî Rojava dike'

Endama Meclîsa Zagonsaz a Herêma Efrînê Muşîra Minla Reşîd îşaret bi êrîşên dewleta Tirk kir û got; “Bêdengiyeke navneteweyî jî li hemberî vî şerî heye, ev jî dide diyarkirin ku ew jî bi dewleta Tirk re ne."

Dewleta Tirk a dagirker ji dîrokê û heya niha her tim gelê Kurd ji xwe re dijmin dibîne û li hemberî wan bi dijwarî û bi hemû teknîkên xwe yên giran şer dike. Her wiha ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê jî dewleta Tirk xwest aloziya ku di Sûriyeyê de derket ji xwe re bike derfet û weke qonaxeke nû ya dagirkeriyê dît, lewre heya roja îro êrîşên xwe yên li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dijwarî didomîne. Gelek bajarên weke Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî piştî berxwedana bêhempa ya ku gel li kêleka şervanên xwe kirin, bi bê dengiyeke navnetewî ev bajar hatin dagirkirin û gelên esen ên wan herêman hatin koçber kirin.

Piştî dagirkirin û koçberkirina gelên wan herêman dewleta Tirk dest ji êrîşên xwe berneda û careke din êrîşên xwe li ser gel nû kir, gelek caran jî kesayetên bi bandor ên di nav civakê de bi balafirên keşfê hedef girtin. Lê li hemberî van kiriryar û êrîşên ku ser gelê Kurd tên kirin, gel berxwedaniya xwe didomîne û ji bo rizgarkirina herêmên xwe yên dagirkirî sîstema xwe avakirine û ji bo parastina wê sîstemê têkoşîna xwe berdewam dikin.

ARMANCA ÊRÎŞAN TUNEKIRINA SÎSTEMA DEMOKRATÎK A ROJAVAYÊ KURDISTANÊ YE

Endama Meclîsa Zagonsaz a Herêma Efrînê Muşîra Minla Reşîd di destpêka axaftina xwe de li ser şerê ku dewleta Tirk ji dîrokê û heya niha li ser gelê Kurd dimeşîne wiha got: “Ji dîroka ku dewleta Tirk tê de hatiye avakirin û heya niha her tim siyaseta qirkirin û tunekirinê li hemberî gelê Kurd dimeşîne, ji bo vê jî heya roja îro şerê xwe li hemberî gelê Kurd dewam dike. Her wiha di sedsala dawî de tevgera ku ji bo doza gelê Kurd û mirovahiyê derket, lê dewleta Tirk bi navê terorê dixwaze Kurdan û tevgera wê tune bike. Ji ber ku ev sîstema demokratîk ku li Rojavayê Kurdistanê ava bûye û pêşketiye, her tim rastî van êrîşên berdewam tê. Her wiha plan, civîn û hevdîtinên wan berdewam bûn, planên ku dihatin kirin jî ne ji bo pêşeroja gelan, lê her tim ji bo berjewendiyên xwe plan dikirin. Ji ber ku ev sîstema demokratîk ya ku ava bûye, li hemberî wan û projeyên wan ên desthiladarî dibe asteng.”

‘JI BO BINKETINA XWE BINUXIMÎNE ÊRÎŞÎ HERÊMÊN ROJAVAYÊ KURDISTANÊ DIKE’

Muşîra da diyarkirin ku planên wan ên herî dawî êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojavayê Kurdisatnê û Şengalê bû û armnaca wan ji van êrîşan eve ku tevgera azadiyê li çiyayên azad tune bikin û rê li pêşiya gelê Kurd bigrin. Lê li hemberî berxwdanî û destanên ku gerîla li çiyayên azad dinivîsînin dewleta Tirk bi binket. Ji bo ku binketina xwe binuximîne, her tim êrîşî herêmên Rojavayê Kurdistanê dike û bi taybet di van demên dawî de kesayetên bi bandor ên ku rolên xwe di sîstema demokratîk de hene hedef digire. Ji ber ku bi hedefgirtina kesayetên rêveber dixwazin sîstema demokratîk lewaz bixin.”

'DEWLETA TIRK ŞERÊ TAYBET BI KAR TÎNE'

Menla Reşîd destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker ne tenê şerê hedefgirtin û topbaranê dimeşîne û wiha behsa rêbazê şerê taybet kir; “Di heman demê de dixwaze bi riya şerê taybet a li ser gel dide meşandin, careke din sîstema demokratîk hedef bigire. Ji bo wê jî heya van kêliyan êrîşên xwe yên derûnî û çekdarî didomîne. 

Di vê şerê de ne tenê dewleta Tirk li hember gelê Kurd şer dike, ji ber ku dewleta Tirk zagonên navnetewî û yên mafê mirovan hemûyan binpê dike. Lê bêdengiyeke navnetewî jî li hemberî vî şerî heye, ev jî dide diyarkirin ku ew jî bi dewleta Tirk re dixwazin projeya Netewa Demokratîk xirab bikin. Her wiha ev kiriyarên ku dewleta Tirk dike tênê ji bo razîkirina dewletên navnetewî û nixumandina sûcên ku dewleta Tirk dike, her wiha ji ku rûpela xwe li pêşiya dadgehên navnetewî spî bike ye.”

Endama Meclîsa Zagonsaz a Herêma Efrînê Muşîra Minla Reşîd di dawiyê de anî ziman şerê ku niha tê kirin, şerê hebûn û tunebûnê ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir; “Ji bo parastina sîstema demokratîk a ku hemû pêkhate têde cih digirin, wê her tim têkoşîn bidome. Divê siyaseta navnetewî baş were naskirin. Ji ber ku dema ev siyaset were naskirin wê asta têkoşînê bilindtir bibe.”