Vegotina Nûjiyan erk û berpirsyarî bû

Hevrêya Nûjiyan Erhan, Jînda Asmen ku belgesel li ser wê çêkir, wiha axivî "Her tişt weke berpirsyariyekê û dewama hevaltiyê qewimî."

Nûjiyan Erhan (Tûgba Akyilmaz) ku li herêma Xanesorê ya Şengalê 3'ê Adara 2017'an dema nûçe dişopand ji aliyê hêzên PDK'ê ve ji serê xwe ve bi giranî hate birîndarkirin, li Nexweşxaneya Hesekê di 22'ê Adarê de şehîd bû. Nûjiyan Erhan ku demeke dirêj li Şengalê ma û hewl da têkoşîna jinên Şengalê ji raya giştî re ragihîne, bû mijara belgeselekê. Çêkirina belgesela 'Nûjiyan' ku derhêner Jînda Asmen kir, di sala 2019'an de destpê kir û sala 2021'ê qediya. Di belgeselê de ku çîroka wê ji aliyê Zinarîn Zinar ve hate amadekirin, Ferîde Zade tê de rol lîst. Belgesel destpêkê di 28'ê Gulanê de li Xanesorê hate nîşandan. Piştre jî di 29'ê Gulanê de li Şengalê, 17'ê Hezîranê li Hesekê hate nîşandan. Tê payin ku li Qamişlo, Dêrikê û bajarên din jî bê nîşandan.

Jînda Asmen ku bi şanogeriyê dest bi karên xwe yên hunerê kir, bi karên wêjeyê re jî ji nêz ve eleqedar e. Jînda Asmen ku di fîlmên Tîrêj û Sira Rûyên me de lîst, derhêneriya xwe ya destpêkê jî di fîlmê Wêne de kir ku tevî Ozlem Yaşar amade kir.

Jînda Asmen ku derhênerî ji Belgesela Nûjiyan re kir, ji ANF'ê re axivî.

Destpêkê qalê kir bê kengî û çawa Nûjiyan Erhan nas kir: "Sala 2011'an min hevala Nûjiyan nas kir. Ew di karê çapemeniyê de bû, ez jî di karê çand û hunerê de bûm. Ya rast em li ser rê li hev rast hatin. Hevaltiya me jî bi vî rengî dewam kir. Piştî çend salan ez jî derbasî nava karên çapemeniyê bûm. Li heman qadê me bi hev re kar kir. Piştî demekê dema ku ferman li Şengalê arbû em bi hev re derbasî Şengalê bûn.

Tevî Nûjiyan di dema herî giran a şer de em bi hev re hem li çeperan bûn hem jî di nava gel de me kar kir. Me xwest rastiya ku diqewime vebêjin. Armanca bingehîn a hevala Nûjiyan ew bû ku li Şengalê nûçegihaniya jinê ava bike û bi pêş ve bir. Jinên Êzidî perwerde kir. Ya rast têkoşîna xwe ya azadiyê bi karê çapemeniyê yê li wê derê dewam kir û şopeke mezin li pey xwe hişt. Diviyabû ev şopa ku li pey xwe hişt piştî şehadeta wê bihata vegotin.

Bi hevala Nûjiyan re me sohbet dikir, nîqaş dikir. Rojekê ji min re got, 'Eger tiştek bi min were tu yê ji bo min tiştekî bike. Helbest dibe, bername dibe, belgesel dibe'. Min jî jê re got, 'Eger ez nebim, tu yê tiştekî ji bo min bike'. Piştî şehadeta wê ev yek timî hate bîra min."

Têkildarî belgeselê jî Jînda Asmen wiha axivî, "Bi rastî jî karekî gelekî zehmet e ku mirov keseke nas dike vebêje. Tu 24 saetên xwe bi hev re parve dike. Di her kêliya zehmet û bedew a jiyanê de bi hev re ye. Dema ku mirov wê mirovê ji nêz ve nas dike, hingî vegotina wê zehmet dibe. Tu dikeve nav ahesteke bi vî rengî; belê divê du vê bedewiyê her wiha zehmetiyê bi rengekî vebêje. Weke berpirsyariyekê, weke dewama hevaltiyê min xwest bi vê belgeselê vebêjim.

Hevala Nûjiyan di şerê Xanesorê de birîndar bû û piştî 19 rojan şehîd bû. Ew gotina hevala Nûjiyan timî di bîra min de bû."

Jînda Asmen diyar kir ku dema li ser difikirî wateya peyva Nûjiyan hate bîra wê û got, "Min got, belê ev e. Di vê çarçoveyê de min destpê kir. Destpêkê bi navê Nûjiyan min helbestek nivîsî. Ya rast ew helbest bû bingeha metna belgeselê. Min li ser helbestê hûnand. Havîna 2018'an bû. Fikrê belgesela Nûjiyan bi vî rengî çêbû. Sala 2019'an min dest bi karê pratîkî kir."

Jînda Asmen anî ziman ku wan di sal a2019'an de dest bi kişandina dîmenên belgeselê kir, sala 2021'ê jî temam kir û got, "Me xwest di Adara 2021'ê de nîşan bidin, lê belê ji ber hin şert û mercan nekarîn vê bikin. Ji sala 2022'an re ma. Me xwest di salvegera destpêkê ya şehadeta hevala Nûjiyan de nîşan bidin, lê belê hem rewşa Şengalê hem jî ji ber zehmetiyên cuda ev yek nebû. Me nîşandana destpêkê li Xanesorê di Gulanê de kir ku hevala Nûjiyan lê birîndar bû. Dîmen jî bi giranî li Şengalê hatin kişandin. Beşek jê li Rojava, hinek jî li Mexmûrê hatin kişandin. Piraniya dîmenên me li Şengalê hatin kişandin.

Şengal ew cih bû ku hevala Nûjiyan xwe lê feda kir. Heta nefesa xwe ya dawî lê bû. Gav bi gav şopên wê hebûn. Dil dixwest ku li her devera ew çûbû dîmen bê kişandin. Me xwest dîmen li Rihayê jî bikişînin, lê nebû. Me li Şengalê qedand û montaja wê kir.

Bi komek ji sê jinan me dest bi vî karî kir. Ez, Zinarîn Zinar û Ferîde Zade. Hevala Ferîde lîstikvan bû. Min û hevala Zinarîn berpirsyariya kar hildan ser milê xwe û meşand. Bêguman karê me bi alîkariya Nûjiyan produksiyon û Tevgera Kevana Zêrîn hate kirin. Belê em sê kes bûn, lê belê tevahiya gelê Şengalê piştgirî da me. Hem hevala Nûjiyan nas dikirin, hem jî xwedî li vî karî derketin. Xwedî li hevala Nûjiyan derdiketin. Bi piştgiriya xurt a gelê Şengalê re me ev kar kir.

Di vî karî de keda hevalên şehîd jî hebû. Mînak dema me li Şengalê dîmen dikişand hin hevalan piştgirî dan me ku piştre şehîd bûn. Hevalê Mazdek sînemager bû. Heval Ezdim hebû. Keda van hevalan gelek bû. Ev heval şehîd bûn. Yanî karekî şehîdan bû. Dil dixwest ku mafê şehîdan hemûyan bê vegotin. Şoreş mîna okyanûsekê ye. Di vê okyanûsê de eger em karîbûne bibin dilopek, karîbûne hevala Nûjiyan vebêjin ev yek ji bo me kêfxweşî ye."

Di dema nîşandana belgesela Nûjiyan de li ser qeleqeya civaka Êzidî ya li belgeselê Jînda Asmen wiha axivî: "Nîşandana destpêkê dema ku li Şengalê hate kirin ez ne li wir bûm. Min gelekî dixwest lêbim, lê belê sînorên ku dewletan danîne nehişt ku derbasî wir bibim. Lewma min bi xwe ew hest nedît, lê belê gelekî meraq kir. Ji xwe hemûyan Nûjiyan nas dikirin. Min gelek tişt meraq dikir. Gelo belgeselê bandoreke çawa li jinan kir? Bi rastî jî min dixwest bibînim. Nebû, nekarî derbas bibim. Lê belê li gorî agahiyên gihîştin min, baş derbas bû û hate ecibandin. Xelkê Şengalê ji xwe Nûjiyan ji bîr nekir, bi bîranînên wê dijî û careke din bi rêya belgeselê bi bîr anî."