Di êrîşa dewleta Tirk de 2 welatî şehîd bûn
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa û Girê Spî de, di nava 3 rojên dawiyê de 2 welatî şehîd bûn û 4 welatî jî birîndar bûn.
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî ragihand ku di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa û Girê Spî de, di nava 3 rojên dawiyê de 2 welatî şehîd bûn û 4 welatî jî birîndar bûn.
Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî bi beşdarbûna fermandar û şervanên Meclîsê daxuyaniyek têkildarî bîlançoya 3 rojan a êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa û gundewarê Girê Spî da. Daxuyanî li ber avahiya Meclîsê ji aliyê fermandarê Meclîsa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El Xelef ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de êrîşên li ser herêmê hatin şermezarkirin û hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker tevahî cûreyên çekên giran û navîn û balafirên bê mirov û bi çek bi kar tîne.
Riyad El Xelef diyar kir ku di encamên êrîşên sê rojan de 2 welatî şehîd bûn, 4 jî birîndar bûn ku di nav de zarok jî hene û got: “Di êrîşa duh a Tirkiyê ya li ser gundê Hoşan de du welatî Bozan Osê (16) û Şêx Mihemed (25) şehîd bûn. Her wiha welatiyên bi navê Mihemed Bozan, Xalid Cebel El-Ehmed jî birîndar bûn.
Beriya vê yekê jî li gundê Ayoh ê dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê du welatiyên din bi guleyên sekvanên Tirkiyê ya dagirker birîndar bûn. Navê birîndaran ev in; Xelid Xelîl El-Sehil (16) û Seîd Zeyd El Mîdfai (26).”
El Xelef soza parastina rûmeta xaka Sûriyê ji planên dagirkeriyê yên Tirkiyê û çeteyên wê da.