Dewleta Tirk li Minbicê ciwanek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Mezret El Cerad a Minbicê, ciwanê bi navê Mihemed Xalid El Mihemed (23) ê ku di nava zeviyê de dixebitî, qetil kir.
Dewleta Tirk a dagirker li gundê Mezret El Cerad a Minbicê, ciwanê bi navê Mihemed Xalid El Mihemed (23) ê ku di nava zeviyê de dixebitî, qetil kir.
Li gorî daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Mezret E -Cerad ê dikeve Bakurê bajarê Minbicê bi çekên giran û navîn topbaran dikin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku di topbaranê de ciwanê bi navê Mihemed Xalid El-Mihemed (23) dema di nav zeviyên çandiniyê de dixebitî şehîd bû.