'Li dijî her cure êrîşan em ê bi hevgirtin û rêxistiniya gel tevbigerin'

Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd êrîşên qirkirinê dimeşîne û got ku ew ê weke Rêveberiya Xweser li dijî her cure êrîşan bi hevgirtin û rêxistinbûna gel tevbigerin.

Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed ji ANF'ê re axivî.

Leyla Ehmed destnîşan kir, ku dewleta Tirk a dagirker qirkirina Kurdan kiriye hedef û wiha got, "Dewleta Tirk negihişte armanca xwe. Ji ber ku berxwedanek bêhepma li hember hate kirin. Ligel ewqas teknîkên şer û artêşek mezin, nekarî gavekê li hember berxwedana şervanên Kurd bi pêş ve biavêje. Niha jî ji bo gelê Kurd di çavê hemû cîhanê de reş bike, dixwaze ku îradeya Rêveberiya Xweser bi polîtîkayên xwe bêbandor bike."

TEVAHÎ CÎHAN GUH Û ÇAVÊN XWE JI ÊRÎŞAN RE GIRTINE

Leyla Ehmed anî ziman ku piştî têkçûna çeteyên DAÎŞ'ê yên li herêmê û heya roja îro dewleta Tirk vê têkçûnê nepejirandiye û ji ber vê yekê, her tim êrîşî herêmên wan dike û wiha axivî, "Dewleta Tirk a dagirker tola çeteyên DAÎŞ'ê ji gelê sivîl distîne, bi sedan sivîl şehîd ketin. Bêdengiya raya giştî jî hevkariya ligel Tirkiyeyê nîşan dide. Li hember gelê Kurd, şervanên azadiyê, zarokan çekên kîmyewî têne bikar anîn. Ji Şengalê, heta Herêmên Parastinê yên Medyayê Zap, Metîna û Avaşîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev di hedefa dagirkeriyê de ye. Lê her kesî guh û çavên xwe ji vê yekê re girtiye. Li vir ne şerek, şerekî binpêkirina maf heye."

'JI HÊZA RÊXISTINBÛNA JINAN DITIRSIN'

Leyla Ehmed diyar kir ku Serokkomarê dewleta Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan her roj bi daxuyaniyan gefê li Kurdan û hêzên parastina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwe û wiha dewam kir, "Dixwaze bi gefan vîna pêkhateyên li herêmê bişkîne û tirsê bixe dilê gel. Dewleta Tirk hem di warê derûnî de hem jî di warê êrîşan de dixwaze zextê bike. Her roj bi balafirên bêmirov ên bombebarkirî êrîşî sivîlan dike, bi êrîşên top û obusan dixwaze herêm ji gel vala bike. Di her êrîşekê jinên têkoşer û siyasetmedar tên hedefkirin. Ji hêza rêxistinbûyî ya jinan ditirsin."

Leyla Ehmed da zanîn ku li dijî her cure êrîşan ew ê li her qadê rêxistinbûn û hevgirtinê ji xwe re bikin esas û got, "Dewleta Tirk ji yekîtiya gelan û demokrasiya rastîn ditirse, li hember xwe wek tehdîdek dibîne. Em ê hêzên xwe yên parastinê jî û yekîtiya gel jî hêj bêhtir bi rêxistin bikin û mezin bikin. Tu hêz nikare vîna gelên yekbûyî têk bibe."