Li Efrîn 5 kes hatin revandin, darên zeytûnan hatin talankirin

Dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Efrînê 5 kesên din revand, herî kêm 110 darên zeytûnê birîn.

Dezgeha sûc ya bi navê “Polîsên Leşkerî” ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker li herêma dagirkirî hatiye avakirin, 2 welatî ji gundê Memila yê navçeya Mabeta revandin.

Navên kesên hatine revandin wiha ne; Mistefa Murad Zêbar (65) û Idrîs Mihemed Beko (45).

Çeteyan di berdêla berdana wana de ji malbatan fîdye xwest. Çeteyan her wiha 2 ciwanên bi navên Elî Hisên Welîd (28) û Ekrem Zuhêr Hisên (29) yên ji gundê Nisiriyê yê navçeya Cindirêsê revandin.

çeteyên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê jî welatiyê bi navê Kawa Mihemed Omer (28) revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Her wiha çeteyên “Nûredîn Zinkî” nêzî 35 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Ehmed Henan birîn. Çeteyên “Sultan Murad” jî nêzî 75 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Hisên Emîn ê ji gundê Qurt Qulaqê yê girêdayî navçeya Şera birîn.

Dewleta Tirk li herêmên ku dagir kirî tam rejîmeke terorê ava kiriye. Ji sala 2018’an û vir ve ku Efrîn hate dagirkirin, bi hezaran kes dîl hatin girtin. Gelek kes bi fîdyeyê hatin berdan, hinek jî hatin înfazkirin. Heta niha çarenûsa gelek kesan ne diyar e.