Artêşa Tirk bi obusan li gundên Şera, Şehba û Şerawayê dide -HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bi obusan li gundên Tatmeraş, Şewarxa, Tinib û Îrşadiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê didin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine stendin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê  a niha bi obusan li gundên Tatmeraş, Şewarxa, Tinib û Îrşadiyê yên navçeya Şera ya kantona Efrînê ya dagirkirî didin.

Heta diyarkirin artêşa Tirk û çeteyên wê heta niha 150 obus avêtine gundan.

Di heman demê de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Alqemiyê û Til Ecar ên kantona Şehba û gundê Bênê û daristana gundê Soxanekê yên navçeya Şêrawayê jî topbaran dikin.