Heftaya derbasbûyî li paytexta Spanya Madrîdê di civîna bilind a NATO'yê de di berdêla endametiya Swêd û Fînlandiyayê de hin tawîz ji dewleta Tirk re hatin dayin. Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD'ê Aldar Xelîl destnîşan kir ku tawîzên ji Tirkiyeyê re hatine dayin û biryarên di civîna bilind de hatine wergirtin, parçeyek ji konsepta li dijî gelê Kurd e. Aldar Xelîl li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.
Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk bi dehan sal in ji bo tunekirina Kurdan şer dike, hewl dide û got, "Gelê Kurd û tevgera azadiyê jî ji bo parastina hebûn û azadiyê berxwedaneke dîrokî dikin. Lê belê ev rastî divê were dîtin. Eger dewleta Tirk piştgiriyeke aktîf ji NATO'yê nestandibûya, gelê Kurd wê niha di rewşeke cuda de bûya, wê daxwaza wan a azadiyê pêk bihata. Yanî bi gotineke din ji sala 1984-85'am û vir ve ya ku li dijî tevgera Kurd şer dike û dixwaze gelê Kurd tune bibe, NATO ye. NATO ji bo hemû welat tevlî şerê ji bo tunekirina Kurdan bibin ev yek ji xwe re kiriye pîvan û qanûna bingehîn. Di vê pêvajoyê de ku li dijî gelê Kurd biryarên girîng têne wergirtin, NATO'yê ji her alî ve biryara xwe nû kiriye û biryarên xwe jî bi rêbazên cuda nîşan daye."
MANÎDAR E KU CAREKE DIN SWÊD KETIYE ROJEVÊ
Aldar Xelîl işaret bi cihê Swêdê ya konsepta nû de kir û got, "Ya balkêş jî ev e. Yekemcar dema ku PKK xistin lîsteya 'rêxistinên terorîst' Swêd kete rojevê û biryar dan. Hincet çi bû? Dîsa Swêd bû û Olof Palme bû. Sala 1986'an bi kuştina Olof Palme re NATO'yê wê demê biryara xwe bi rengekî fermî ragihand û tevger tewanbar kir. Weke ku tê zanîn par dozgerê Swêdî biryar da ku ti eleqeya Tevgera Azadiyê ya Kurd û Kurdan bi vê sûîqestê re nîne. Li ser vê yekê li dijî vê tevgerê biryareke nû dan. Gava ku sala 1986'an bi rêya Swêdê avêtin, îro careke din bi rêya Swêdê diavêjin. Ji bo Swêd tevlî NATO'yê bibe vê carê tiştekî nû xistin rojevê.
Bi esasî NATO dij bi gelê Kurd e. Nêzîkatiya xwe jî li ser vê bingehê nîşan dide. Bi tevlîbûna Swêd û Fînlandiyayê re NATO biryara xwe nû dike. Bi rê û rêbazekê ji Swêdê re gotin, 'Te di daxuyaniya xwe de got ti eleqeya PKK'ê bi kuştina Olof Palme re nîne. Wê demê em ê gaveke nû biavêjin. Gavekê bi navê tevlîbûna te biavêjin'. Ji ber vê yekê jî dixwazin ji qanûnên demokratîk, mafên mirovan ên ku ew binav dikin paşve gavê biavêjin. Ji Swêdê re gotin, 'Madem tu yê tevlî NATO'yê bibe, wê demê tu jî mohra xwe deyne binê peymana şerê li dijî Kurdan'. Ew jî tevlî vê bû. Sala 1986'an dema ku berpirsyariya kuştina Olof Palme xistin stuyê PKK'ê, vê yekê bandoreke gelekî giran li gelê Kurd û tevgera wê kir. Atmosfereke cuda afirand. Bi salan e ev tevger di bin vê tewanbariyê de ye. Li şûna ku rexnedayina xwe bide û hebûna gelê Kurd qebûl bike gavekê biavêjin, çi kirin? Swêdê careke din roleke bi vî rengî lîst. Di nûkirina biryara NATO'yê ya dijî Kurdan de bûn bingeh."
Aldar Xelîl destnîşan kir ku diviyabû Swêd û Fînlandiyayê helwest nîşan bidan, xwedî li pîvanên demokratîk derketibûya û anî ziman, "Mixabin ev nêzîkatiya wan hem cihê rexnekirinê ye hem jî cihê şermezarkirinê ye."
Aldar Xelîl wiha dewam kir, "Ev tevger tevgereke demokratîk e ku daxwaza azadiya gelê Kurd dike. Ti carî mirovahî aciz nekiriye. Bi taybetî hêzên Rojavayî li hemberî DAÎŞ'ê rawestiyan û şer kirin ku kesî hingî li hemberî DAÎŞ'ê nekarîbû şer bike. Xizmet ji mirovahiyê re kir. Li dijî terora herî mezin, li dijî faşîzmê li vê derê têkoşiyan. Di heman demê de şoreşeke demokmratîk pêk anîn.
Tenê ji bo xatirê razîkirina dewleta Tirk û ji bo bicihanîna berjewendiyên NATO'yê yên li dijî gelan, tu radibe doz û gelê Kurd, tevgera demokratîk dike qurban. NATO û welatên Rojavayî careke din bi israr bi dewleta Tirk re li dijî daxwazên azadiyê yên gelê Kurd dibin yek. Bi esasî ne ku ji ber daxwaza dewleta Tirk vê dikin, berevajî; yên ku li ser vê biryarê didin ew bi xwe ne, ew bi xwe naxwazin doza gelê Kurd bi ser bikeve. Ji bo şer li dijî gelê Kurd bike jî dewleta Tirk weke amûrekê bi kar tînin. Ev ne biryareke erênî bû."
DAYINA BIRYARÊ DI 29'Ê HEZÎRANÊ DE TESADÛFÎ NÎNE
Aldar Xelîl bal kişand ser erêkirina biryarê ku roja biryardana cezayê darvekirinê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Şêx Seîd e û wiha axivî: "Di 28'ê Hezîranê de li hev civiyan, xistin rojevê û daxuyaniyên xwe jî bi giranî di 29'ê Hezîranê de dan. 29'ê Hezîranê di dîroka Kurdan de rojeke naskirî ye. Ev roj tesadûfî nîne. Dîroka darvekirina Şêx Seîd û darizandina Rêber Apo ye. Binpêkirinên dewletê yên li dijî Kurdan her tim di vê demê de hatin kirin û nîşandan. Lewma vê rewşê şermezard ikim. Bang li raya giştî ya cîhanê, Rojhilata Navîn û Ewropayê dikim, bang li parêzvanên azadî û demokrasiyê dikim ku bibin xwedî helwest. Êdî ev nayê qebûlkirin."
Aldar Xelîl gefên Erdogan ên ji bo dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi bîr xist ku di dema civîna NATO'yê de careke din dubare kir û ji bo pirsa "Gelo ev yek dibe ku erêkirina navneteweyî ya ji bo dagirkeriyê be?" bersiveke wiha da:
"Dewleta Tirk û hikumeta AKP'ê bi biryar in. Dixwazin temamiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bikin. Erdogan di civîna Neteweyên Yekbûyî de bi rengekî eşkere nexşerêyeke bi kûrahiya 30 kîlometreyî nîşan da ku temamiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike hedef. Got, 'Ev herêm hemû wê bibin a min'. Kesî li wir dengê xwe nekir. Ev tê wateya erêkirinê. Dewleta Tirk jî ji ber vê yekê dixwaze dagir bike. Bi biryara Swêd û Fînlandiyayê re, bi biryara NATO'yê re gotin erê. Lampeya kesk jê re vêxistin. Gotin, tu dikare êrîş bike. Rêya li pêşiya me ev e. Em ê li gorî vê rastiyê tevbigerin. Van biryaran biryara xwe kirine yek.
Ji bo parastina hebûna xwe divê em jî sîstema xwe ya parastinê xurt bikin. Şervanên profesyonel û civak, ji bo xwe, xaka xwe, mal û welatê xwe biparêze wê xwe bi rêxistin bike, parastina xwe xurt bike û veguhere şerê gel ê şoreşgerî. Ji bo parastina hebûna xwe wê mal û xaka xwe neterikîne. Heta hebûnê wê li ber xwe bide. Bi vî rengî wê serketin bê bidestxistin.
Em hesabên welê nekin, gelo wê hinek piştgiriyê bide yan nede? Wê lampeya kesk vêxin yan na? Dibe ku êrîş bikin yan nekin? Ev yek stratejiya Tirkan e. Îro nekin wê sibe bikin, wê piştî meheke din bikin, wê piştî salekê bikin. Vê dewletê biryara xwe daye. Eger îro nakin hingî sedema wê ew e ku amadekariyên me baş e. Dibe ku ditirsin, li Zap, Avaşîn û Metînayê şikestine. Dibe ku ji ber pêknehatina planên wan ên li ser Şengalê be. Eger îro êrîş nake bila kes nebêje ku biryara xwe guhertine. Ew ji bo êrîşê bi biryar in. Dibêjin ku wê vê derê dagir bikin."
EGER DAGIRKERIYEKE NÛ BIBE, WÊ WELATEKÎ BI NAVÊ SÛRIYEYÊ NEMÎNE
Ji bo parastina yekparebûna xaka Sûriyeyê Aldar Xelîl wiha axivî: "Dixwazin sûdê ji krîza heyî ya Sûriyeyê werbigiirin. Rejîm lawaz bûye, kesekî cuda ku Sûriyeyê biparêze nîne. Welatên herêmî jî zêde nîne ku xwedî li Sûriyeyê derkevin. Lewma dixwazin sûdê ji vê werbigirin. Ev rewş hebe yan jî tune be jî stratejiya wan dagirkerî ye. Lewma ji bo em destketiyên xwe bi hev re biparêzin divê em bi hemû hêza xwe berxwedaneke dîrokî bikin û planên dewleta Tirk hemûyan têk bibin. Di heman demê de divê em herêmên dagirkirî jî rizgar bikin ku êdî dewleta Tirk ji xaka xwe derxînin.
Li ser vê bingehê ji bo gelê me, gelên li Sûriyeyê û hikumeta Şamê dibêjim; em bi hev re serweriya Sûriyeyê biparêzin. Em bi hev re dagirkeran ji xaka xwe derxînin. Dibe ku pirsgirêkên me yên navxweyî hebin, dibe ku fikrên me ji hev cuda bin, dibe ku li ser paşeroja Sûriyeyê em weke hev nafikirin. Ev pirsgirêkên me yên navxweyî ne. Lê belê tiştek heye. Ev xak tê dagirkirin. Divê ev herêm bêne rizgarkirin û destûr neyê dayin ku herêmeke din bê dagirkirin. Eger li Sûriyeyê cihekî din bê dagirkirin wê Sûriye nemîne. Wê welatekî bi navê Sûriyeyê nemîne.
Em nebêjin ku ev yek pirsgirêka Kurd û Tirk e. Rast e yek ji armancên esasî yên dewleta Tirk tunekirina Kurdan e. Lê belê armanca xwe ne tenê ev e. Dewleta Tirk dixwaze beşeke mezin a Sûriyeyê dagir bike û bi ser xwe ve bike. Dixwaze Tirkiyeya mezin ava bike. Ji bo vê jî pêkhateyên Sûriyeyê hemû ji bo parastina xaka Sûriyeyê divê tevlî vê berxwedanê bibin û helwesteke diyar nîşan bidin."