Dewleta Tirk du kes revand û ji malbatên wan fîdye xwest

Dewleta Tirk a dagiker li navçeya Mabata ya Efrînê 2 kesên din jî revand û ji malbatên wan fîdye xwest.

Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyên “Polîsên leşkerî” û ‘Mihmed El-Fatîh' ên dewleta Tirk ji gundê Memîla yê Mabeta 2 kes revand û birin ciheke ne diyar.

Hate ragihandin ku ji bo berdana wan ji malbatên wan fîdye xwestine.

Di 1’ê Tirmehê de çeteyên “Polîsên Leşkerî” du welatiyên ji şêniyên gundê Eyn Darê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî, revandin.

Di heman rojê de hêzên dewleta Tirk a dagiker bi ser bajarokÊ Elî Baciliyê yÊ ser Grî spî ya dagirkirî de girt û 4 ciwanan revand.

Di 30’ê Hezîranê de li gundê Biyê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê 6 kes hatibûn revandin.

Dewleta Tirk a dagiker li herêmên ku dagirkirî desthiladariya terorê ava kiriye. Piştî ku di sala 2018’an de Efrîn hate dagirkin û heta niha bi hezaran kes hatin revandin. Gelek kes bi fîdyeyê hatin berdan û hinek jî hatin qetilkirin. Hîna jî aqûbeta gelek kesan naye zanîn.