ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
'Ev xak a me ye û em ê biparêzin!'
Edûl Xêrzada û Emîne Yasîn ên ku tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bûne, biryardariyên xwe bi vî rengî anîn ziman, “Em xwediyên vê axê ne. Ev xak a me ye û em ê biparêzin. -
Dewleta Tirk derdora Bendava Tişrînê bombebaran dike
Balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Bendava Tişrînê bombebaran dikin. -
Li Reqa û Kobanê merasîma ji bo şehîdan
Li Reqa û Kobanê bi merasîmên girseyî 2 şehîd hatin veşartin. -
Gelê Reqa, Tebqa û Dêrezorê Nobeta Tişrîn dewrî xelkê Firatê kir
Gelê Kantonên Reqa, Tebqa û Dêrezorê nobeta parastina Bendavê dewrî Xelkê Kantona Firatê kir. -
'Temen û gopal li pêşiya berxwedana min ne asteng e'
Berxwedana li Bendava Tişrînê bi biryardariyek mezin didome. Kalemêrê 85 sal ê ku duh tevlî kerwana gel a Kantona Firatê bibû got, “Temen û gopal li pêşiya berxwedana min ne asteng e.” -
QSD: Êrîşên dagirkeriyê zêde bûn
QSD'ê ragihand ku êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn. -
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya Helebceyê şermezar kir
Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qurbaniyên komkujiya Helebceyê bi bîr anî û got, "Em soz didin tola komkujiya Helebceyê bi avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk a li ser esasê azadiya hemû gelan hilînin. " -
Balafirên şer ên dewleta Tirk derdora Tişrînê bombebaran kir
Balafirên dewleta Tirk a dagirker derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir -
‘Ji 7 salî heta 70 salî em ê bendava xwe biparêzin’
Gelê li Bendava Berxwedaniyê de ne anîn ziman ku heta ku bendav di bin êrîşê de be, ew ê li ber xwe bidin û gotin; “Ji 7 salî heta 70 salî em li vir in. Divê êdî em rabin ser piyan û serkeftinê misoger bikin." -
Derdora Bendava Tişrînê tê bombebarankirin
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora Bendava Tişrînê bi çekên giran topbaran dikin. -
Rêveberiya Xweser: Em ê ji bo Sûriyeyeke demokratîk bixebitin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk têkoşîna hemû pêkhateyên Sûriyeyê silav kir û li dijî cudakariyê banga Sûriyeyeke yekgirtî û demokratîk kir. -
Berxwedêrên ji Kobanê bi rê ketin, gihiştin Tişrînê
Konvoya ji Kobanê bi rê ketî, gihişt Bendava Tişrînê. -
Li Reqayê şehîd spartin axê
Li Reqayê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Beşar Kidro yê ku 12’ê Adarê şehîd bû û şervanê QSD’ê Elaa El Elî yê ku 13’ê Adarê şehîd bû, li Reqayê hatin spartina axê. -
Ji Kobanê konvoya berxwedanê li ser rêya Tişrînê ye
Xelkê Kobanê ji bo beşdarî berxwedana Tişrînê bibe, bi konvoyan re bi rê ket. -
Şervanên QSD’ê 3 dagirker kuştin
QSD’ê ragihand ku di çalakiyên li dijî çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê de, 3 çete hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. -
Di êrîşa DAÎŞ’ê de endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku di êrîşa DAÎŞ’ê ya li ser Bakurê Reqayê de endamekî wan şehîd bûye. -
SOHR: Li Sûriyeyê 1500 Elewî hatin qetilkirin
Çavdêriya Sûriyeyî bo Mafên Mirov (SOHR) ragihand ku hejmara kesên li herêmên peravê hatine kuştin gihîştiye 1500 kesan ku piraniya wan Elewî ne. -
Meclisa Jinan a Sûriyeyê pêşnûmeya destûra bingehîn red kir
Meclisa Jinan a Sûriyeyê ragihand ku ew bi temamî “pêşnûmeya destûra bingehîn” red dikin û bang kir ku destûra bingehîn ku jin jî di nav de mafên hemû pêkhateyên Sûriyeyê were mîsoger kirin, were avakirin. -
Însiyatîfa Gel komkujiya Elewiyan şermezar kir
Însiyatîfa Gel a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiyên li hemberî Elewiyên li peravên Sûriyeyê, şermezar kir. -
MSD: Belavoka pêşnûmeya destûra bingehîn hewldanek ji bo afirandina dîktatoriyê ye
MSD'ê ragihand ku belavoka pêşnûmeya destûra bingehîn a ku rêveberiya demkî ya Şamê erê kir, hewldanek ji bo afirandina dîktatoriyê ye û red kir. -
Ji QSD'ê li Dêr Hafir û Qereqozaxê çalakî
Şervanên QSD'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Dêr Hafir û Qereqozaxê çalakî kirin. -
Agirê Newrozê li Dêrikê hate pêxistin
Li bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê doh bi şev agirê Newrozê hate dadan û Newroz bi şahiyeke girseyî hate pîrozkirin. -
Rêveberiya Xweser: Danezana destûrî nûnertiya gelan nake
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê îmzekirina pêşnûmeya "Danezana destûrî" got, "Ev danezan nûnertiya gelê me temsîl nake û ne jî rastiya nasnameya resen li Sûriyeyê temsîl dike." -
Dewleta Tirk navenda Sirînê bombebaran kir
Dewleta Tirk a dagirker vê kêliyê navenda Sirînê bombebaran kir. -
Li Şamê ji rêveberiya demkî Destûra Bingehîn a pêvajoya derbasbûnê
Lîderê HTŞ'ê Ahmed El Şara ku serkêşiyê ji rêveberiya demkî ya Şamê re dike, pêşnûmeya destûra bingehîna pêvajoya derbasbûnê îmze kir.