ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya: Em rêveberiyeke rewa dixwazin
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya banga lihevkirineke niştimanî ya berfireh ji bo nivîsandina destûreke rewa kir. -
146 endamên QSD'ê û 97 leşkerên desthilata Şamê hatin berdan
Di çarçoveya peymana di navbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û desthilata Şamê hatibû îmzekirin de, 146 girtiyên endamên QSD’ê û 97 leşkerên girêdayî desthilata Şamê hatin berdan. -
Cenazeyê şehîd Ehmed El Ewad hate veşartin
Cenazeyê şervanê Hêzên Komando Ehmed El Ewad li Şehîdgeha Şehîd Dijwar a li Hesekê bi merasîmekê hate veşartin. -
Berxwedana gel a li Tişrînê di roja xwe ya 87’an de didome
Nobeta Berxwedanê ya ku li Bendava Tişrînê didome, 87 roj li pey xwe hişt. -
Bi wesîleya 4’ê Nîsanê li Kantona Firatê bi sedan dar hatin çandin
Bi boneya 4`ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo li gelek deverên Kantona Firatê bi sedan dar hatin çandin. -
'Dewleta Tirk ti gav ji bo mafê hêviyê ne avêtiye'
Mihemed El Neîmî diyar kir ku girtina Rêber Apo li gor zagonên hiqûqî û mirovî sûcek e û got: “Dewleta Tirk ti gav ji bo mafê hêviyê yê azadiya Rêber Apo ne avêtiye.” -
Wezîrên hikumeta nû ya Sûriyeyê û planên piştperdeyê
Li Sûriyeyê kabîneya nû hate eşkerekirin. Tê payin ku krîza navxweyî ya Sûriyeyê hîn giran bibe. Ji ber ku di nava wezaret û hikumetê de cihêrengiyên civakî nîne. -
Cenazeyên 2 şehîdan hatin veşartin
Cenazeyê Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mihemed Mustefa (Amed) û şervanê QSD’ê Gara Qamişlo (Îbrahîm El Îbrahîm), bi merasîmekî bi heybet hatin veşartin. -
Nasnameya şehîdekî Bendava Tişrînê hate eşkerekirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûryeyê nasnameya endamekî xwe ku li eniya bendava Tişrînê şehîd bû eşkere kir. -
Êrîşa li ser goristanên şehîdan a Minbicê hate şermezarkirin
Meclîsa Malbatên Şehîdan êrîşa dewleta Tirk a li dijî goristana şehîdan a li Minbicê şermezar kir. -
Çeteyên dewleta Tirk gorên şehîdan ên li Minbicê xera kirin
Gorên şehîdan ên li Minbicê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatin xerakirin. Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran bi daxuyaniyan nerazîbûn nîşanî vê kiryarê dan. -
Zarîn Kobanê: Rojbûna Rêber Apo rojbûna jinên azad e
Gazî Zarîn Kobanê rojbûna Rêber Apo û salvegera damezrandina YPJ'ê pîroz kir û got, “Em weke jinên têkoşer rojbûna Rêbertiya xwe mîna rojbûna jinên azad ên serhildêr pênase dikin. Rêbertî çavkaniya jiyana azad û wekhev e.” -
Li ser statuya taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê peyman hat îmzekirin
Di navbera Meclisa Taxên Şêxmeqsûd-Eşrefiyê ya Helebê û rêveberiya demkî ya Şamê de peymana ji 14 madeyan pêk tê hat îmzekirin. -
Li Efrînê di nava mehekî de 11 kes hatin revandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku li Efrînê ku ji 2018’an ve di dagirkeriya dewleta û çeteyên wî de ye, herî kêm 11 kes hatine revandin û 6 kes hatin êşkencekirin. -
Gel serdana şehîdgehan kir
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Helebê, gel bi wesîleya Cejna Remezanê serdana şehîdgehan kir. -
Li Kobanê serdana gora şehîdan hate kirin
Îro di berbanga sibehê re gelê kantona Firatê berê xwe da goristana şehîd Dîcle û li wir cejna hev û du û cejna şehîdên xwe kirin. -
Şehîdên azadiyê bi meşeke meşaleyî hatin bîranîn
Li Bendava Tişrînê ku berxwedana li dijî êrîşên dagirkeriyê lê dewam dike, şehîdên azadiyê yên Kurdistanê bi meşeke meşaleyî hatin bîranîn. -
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê serdana goristanan hate kirin
Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi wesîleya Cejna Remezanê serdana şehîdgehan kirin û find vêxistin. -
Bi wesîleya cejna Remezanê şehîd hatin bibîranîn
Bi boneya cejna Remezanê gelê Kantona Firatê li ser gorên şehîdan find vêxistin. -
MSD'ê bertek nişanî hikumeta nû da
MSD'ê destnîşan kir ku hikumeta nû ya hatî ragihandin bi yek alî ye û got ku çareseriyekî rast tenê bi modela rêveberiyê ku nûnertiya hemû pêkhateyan wekhev bike, pêkan e. -
Rêveberiya Xweser ji bo hikumeta nû hatî avakirin daxuyanî da
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, destnîşan kir ku hikumeta nû ya hatî avakirin hemû pêkhate di nava xwe de nahewîne û got ew ê dev ji têkoşîna Sûriyeya hevpar û demokratîk bernedin. -
Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Tişrînê şehîd bû
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku li herêma Bendava Tişrînê endamê wan Fadî Elî şehîd bû. -
Li Kobanê û Tirbespiyê 4’ê Nîsanê hate pîrozkirin
Li Kobanê û Tirbespiyê 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêber Apo hate pîrozkirin. -
Rûken Ehmed: Divê gelê Sûriyeyê bi hev re siberoja xwe ava bikin
Endama Têkilî û Îtîfaqên Sîyaseta demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed, diyar kir ku ji bo siberoja Sûriyeyê, yekitiya gelan û sîstema demokratîk pêwîst e! -
Li Kobanê amadekariyên Cejna Remezanê tê kirin
Li Kobanê gel piştî 30 roj rojiyê, amadekariyên Cejna Remezanê dike.