NÛ BÛ

'Ev xak a me ye û em ê biparêzin!'

Edûl Xêrzada û Emîne Yasîn ên ku tevlî berxwedana Bendava Tişrînê bûne, biryardariyên xwe bi vî rengî anîn ziman, “Em xwediyên vê axê ne. Ev xak a me ye û em ê biparêzin.

Berxwedana li Bendava Tişrînê bi biryardariyeke mezin li dijî her cure êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê, didome. 

Edûl Xêrzada jineke ku li eniya berxwedanê ya li Bendava Tişrînê cih digire û dayika du zarokan e. Edûl Xêrzada, biryardariya xwe bi van gotinan anî ziman, "Ev ax a me ye û em ê dest ji vê axê bernedin. Em ê zarokên xwe li dû xwe bihêlin, lê em ê ti carî dest ji berxwedana xwe bernedin!"

Edûl Xêrzada, da zanîn ku ji bo tevlî berxwedana li Bendava Tişrînê bibe, zarokên xwe yên 2 û 4 salî ligel dayika xwe hiştiye û got ku ew beriya niha jî tevlî berxwedanê bûye. Edûl Xêrzada got, "Ez destpêkê di 8'ê Çileyê de bi gelê Kantona Firatê re tevlî berxwedanê bûm û îro jî ez li vir im. Ev nobeta me ye, têkoşîna me ya hebûnê li ser axa me ye. Berxwedana me di nava moral û hevgirtinê de didome. Em li vir in, bi stranên xwe û govenda xwe li dijî zaliman li ber xwe didin! Ez bi heyecan hatim vir, min zarokên xwe emanetî dayika xwe kir û bi konvoya 6’emîn re ketim rê. Em li vir in û em ê vê berxwedanê bidomînin."

Berxwedanvaneke jin a bi navê Emîne Yasîn jî hestên xwe wiha anî ziman: "Em xwediyên vê axê ne û em ê bi moral û coşeke mezin li vir bin. Em bang li her kesî dikin: Werin axa xwe biparêzin! Ev ax ya me ye, ev av ya me ye û ev jiyan ya me ye!"