ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Şîlan Kobanê: Wê bi têkoşînê hemû roj bibin rojên jinan
Şîlan Kobanê got: “Jinan ji bo azadiyê û mafên xwe berdêlên giran dane. Di nav Tevgera Azadiyê de jî pêşengên me yên weke heval Bêrîtan, Sara û Zîlan rêya azadiyê heya dawiyê ji bo jinan vekirin.” -
Şervanên YPJ'ê mertala parastina Bendava Tişrînê ne
Di navenda şer de û li eniya Bendava Tişrînê, şervanên jin ên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi cesareteke bênavber têkoşîna xwe didomînin. -
Li Bendava Tişrînê çalakiya ‘Ji bo Rojava serî hildin’ hat lidar xistin
Gelên ku ji 8’ê Çileyê û vir ve li Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ber xwe didin, destnîşan kirin ku heta êrîş bi dawî bibin ew ê bi biryardarî berxwedana xwe bidomînin. -
Ji bo şervanên Cehhet El Ekrad merasîm hat lidar xistin
Şervanê Cebhet El Ekrad şehîd Elî El Ehmed bi merasîmek hat veşartin. Ji bo şehîd Mihemed El Taha û şehîd Nasir Xelîfe jî merasîma bîranînê hate lidar xistin. -
Rojnamevan Cîhan Bîlgîn li ser gora xwe hate bîranîn
Nûçegihana ANHA'yê Cîhan Bîlgîn ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate qetilkirin, bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li ser gora xwe hate bîranîn. -
QSD: 2 çete û leşkerek hatin kuştin
Şervanên QSD'ê ji dagirkerên ku doh êrîşî Tişrîn û Qereqozaxê kirin 3 dagirker kuştin. -
Xelkê Qamişloyê cenazeyên du şehîdan veşartin
Cenazeyên 2 şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şehîd Reşo Qamişlo û Kemal Qamişlo bi torenekî girseyî hatin veşartin. -
QSD’ê nasnameya 4 şehîdên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) nasnameya 4 şervanên di mehên Kanûn û Adarê de şehîd bûne, eşkere kir. -
‘Divê gorên li Til Qirahê bên parastin’
Kombenda Efrînê ya Civakî bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên mafên mirovan û aliyên pêwendîdar kir ku ji bo parastina gorên li Til Qirah a Şehbayê komîteyeke pispor ava bikin. -
Komxebata Koordînasyona Jinan: Hemû destkeftî bi saya Rêber Apo ne
Jinên Kantona Firatê bi wesîleya 8’ê Adarê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî, ber bi Sûriyeya Demokratîk ve” komxebatek lidar xistin. -
Şervanên QSD'ê 2 SÎHA anîn xwarê
Şervanên QSD'ê bersiv dan êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê yên li ser Bendava Tişrînê û derdora wê. Di encamê de 2 SÎHA hatin xistin. -
Remziye Mihemed: Banga Rêber Apo çareseriya tevahî pirsgirêkan e
Hevseroka TEV-DEM’ê Remziye Mihemed îşaret bi girîngiya banga dîrokî ya Rêber Apo kir û got, divê dewleta Tirk gavên cidî bavêje. -
Li Şedadê merasîma ji bo şehîdan
Şervanê QSD'ê Ehmed Cîşî Yasîn bi merasîmekê hate veşartin, şervanê QSD'ê Elî Hisên El Hemadî û şervanê Hêzên Xweparastinê Ebdilmecîd Mihemed El Hisê jî hatin bîranîn. -
Bi wesîleya 8’ê Adarê dar hatin çandin
Desteya jîngehê ya Kantona Firatê û bi dehan jinan bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dar çandin. -
QSD: Êrîş hatin şikandin
QSD'ê bîlançoya 24 saetên dawî eşkere kir û ragihand ku êrîşên dagirkeran hatin şikandin. -
Aldar Xelîl: Banga Rêber Apo di dîroka herêmê de rûpelekî nû ye
Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl diyar kir ku bi banga Rêber Apo re di dîroka herêmê de rûpeleke nû vebû û ji bo paşeroja Sûriyeyê wê encamên girîng bi xwe re bîne. -
Koma nû nobeda berxwedana Tişrînê dewr girt
Nobeda ji bo parastona Bendava Tişrînê hatiye destpêkirin 55 rojin didome. Koma nû ya kantona Cizîrê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Tişrînê” hat pêşwazîkirin û nobed dewr girt. -
Li Tebqayê ji bo şehîd Mistefa Efrîn merasîma girseyî
Cenazeyê Şervanê QSD’ê Mistefa Efrîn (Xalid Mihemed) ê ku 27’ê Sibatê di êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû, li Tebqayê bi merasîmekê hate veşartin. -
Dewleta Tirk êrîşî gundekî Qereqozax kir
Hat diyarkirin ku dewleta Tirk a dagirker bombe li gundekî Qereqozax barand. -
QSD: Êrîş hemû hatin têkbirin
QSD'ê ragihand ku êrîşên çeteyên Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) ya ser bi dewleta Tirk ve, hatin têkbirin û SÎHA'yek hate xistin. -
Ji 4 bajaran girseya gel ber bi Bendava Tişrînê ve bi rê ket
Ji 4 bajarên kantona Cizîrê girseya gel ji bo tevlî nobeda li Bendava Tişrînê bibe serê sibehê bi rê ket. -
QSD’ê nasnameya 7 şervanên xwe eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSD’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya 7 şervanên xwe yên di êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bûne eşkere kir. -
Di êrîşa li ser Sirînê de welatiyek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Melha yê Sirînê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de welatiyek birîndar bû. -
Berxwedêrên Tişrînê fitarê xwe vedikin
Nobeta berxwedanê ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Bendava Tişrînê kete roja 54’an. Gel du roj in fitarê xwe li bendavê vedikin. -
Berxwedana gel a li Bendava Tişrînê di roja 54’an de ye
Nobeta berxwedanê ya ku gel li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li Bendava Tişrînê dayî destpêkirin, di roja 54’an de didome.