Li Reqa û Kobanê merasîma ji bo şehîdan

Li Reqa û Kobanê bi merasîmên girseyî 2 şehîd hatin veşartin.

Bi sedan şêniyen Kantona Firatê, endamên sazî û dezgehên Rêvberiya Xwaser şervanên Hêzên Komandos Birûsk (Ela El Bekrî) ê ku 14`ê Adara îsal (2025) şehîd bûbû, îro bi merasîmeke bi heybet li Pakrewangeha Şehîd Dîcle ya başûrê Kobanê oxir kir.

Merasîm bi deqeyek rêz dest pê kir. Piştre endama Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star a bajarê Qinê ya rojavayê Kobanê Sêrîn Hisî sersaxî ji malbata şehîd Birûsk re xweset û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Sêrîn diyar kir ku bi saya şehîdan ew bûn xwedî hêz û wiha got: “Divê em xwedî li mîrasa şehîdên xwe derkevin û rêya wan ta asta serkeftinê bişopînin. Em ê tu carî xwîna lehengên xwe li erdê nehêlin. Em soz didin giyanê wan em ji xeta aşitiyê venagerin.”

Hevserokê Akademiya Şehîd Emgîhan Cûdî ya li bajarê Kobanê Silêman Silêman wiha got: “Dewletên desthilatdar her tim dixwestin gelê Kurd di qetilaman re derbas bikin. Di sala 1988`an de wekî îro bi hezaran Kurd li Helebceyê hatin qetilkirin. Lê ruxmî qetilaman gelê Kurd bi hemû hêza xwe li ber xwe da û ji dagirkeriyê re gotin na. Vaye ew ruhê berxwedanê li Bendava Tişrînê ye. "

Silêman anî ziman ku çawa şehîdan ji bo gel û axa xwe canê xwe feda kirin divê her kes xwedî li xeta şehîdan derkevin.

Piştî axaftinan wesîqa şehîd Birûsk hate xwendin û radestî malbata wî kir.

Cenazeyê şehîd bi tiliyên dayikan û bi dirûşma “Şehîd namire” spartin axê.

REQA

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mûsa Xelef El Mûsa ê ku duh (15 Adar 2025) di êrişeke şaneyên çeteyên DAIŞ’ê de li ser rêya Reqa-Hikumiyê şehîd bû, îro bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîdan a li bajarokê Hikumiyê hat oxirkirin. 

Şêniyên bajar û gundewarê Reqayê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, meclisên gel û Kombûna Jinan a Zenûbiya di merasîmê de amade bûn ku

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan û torana leşkerî  ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest pê kir. Piştre endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Kantona Reqayê Hesan El Seeb sersaxî ji malbata şehîd re xwest û anî ziman ku serketin û istiqrara herêmê encamên keda şehîdan e.

Hesan El Seeb soza domandina xeta şehîdan û parastina ewlehiyê herêmê da.

Di dewama merasîmê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Eyn Îsa Sefiya El Ehmed jî sersaxî da malbata şehîd û anî ziman ku şehîd Mûsa di rêya parastina welat û rûmeta gelê xwe de şehîd bû.

Sefiya El Ehmed di dawiya axaftina xwe de got: "Şehîdan soz dan û soza xwe bi cih anîn. Em jî soz didin ku em ê rêya wan bişopînin heya Sûriyeke demokratîk, pirrengî û nenavendî ava bikin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Mûsa El Mûsa hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi tilîliyên dayikan û dirûşmên "Şehîd namirin" û "Bi can, bi xwîn em bi te re ne şehîd" spart axê.