QSD: Êrîşên dagirkeriyê zêde bûn

QSD'ê ragihand ku êrîşên hewayî û bejahî yên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê (SMO) yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde bûn.

DAXUYANIYA QSD'Ê

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) li ser bîlançoya êrîşên dagirkeriyê yên 24 saetên dawî daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Piştî rûxandina rejîma berê li piraniya herêmên Sûriyeyê şer sekiniye, lê  herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê germ in ku zêdetirî 3 meh e dewam dikin. Hêzên me tevî dijwariya êrişan jî parastinê herêmê didominin.

Eniya Bendava Tişrînê; balafirên şer duh (Şemiyê) rêzeêriş li derdora bendavê pêk anîn. Ji wan du êriş li avahiyên karkran ên girêdayî bendavê hatin kirin. Li gundewarê başûrê rojhilatê Minbicê jî êrişên bi obîsan nesekinin. Di encamê de zerarên madî li malên sivîlan bûn. Nuqteyeke hêzên me jî bi obîsan hat topbarankirin, di encamê de şervanekî me sivikî birîndar bû.

Dagirker û çeteyên wê hewl dan bi balafireke xwekujî êrişî nuqteyeke hêzên me ya li gundewarê bakurê bendavê bike, lê Yekîneyên Şehîd Harûn balafira xwekujî xist.

Eniya Qereqozaxê; balafirên şer ên dagirkeran gundên Xeseq û Tînayê bombebaran kirin. Balafireke bê mirov a bi çek jî nuqteyeke hêzên me kir hedef, ji ber dijwariya gazên teqîna wê du şervanên me sivkî bi jehrî bûn. Tevî êrişên hewayî jî  gundên Tîna, Cada, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, Sinaa yên derdora benavê û xaçerêya Sirînê, dîsan girên Sêvê û Qereqozaxê hatin topbarankirin. Deverên navborî bi zêdetirî 60 guleyên obîs, tank, roket û hawnan hatin hedefkirin. Ji ber topbaranê zerarên mezin li mal û milkên şêniyan bûn.

Hêzên me ku bersiva êrişên dagirkeran û çeteyên wê dan, çalakî li dijî baregeh û kozikên wan ên li rojavayê pirê li dar xistin. Agahiyên der barê windahiyan de nehatin bidestxistin."