Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komkujiya Helebceyê bi daxuyaniyekê şermezar kir.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Di dîroka mirovatiyê de gelek komkujiyên hovane rû dane. Dîktator û faşîst dema dibînin nikarin bi rêbazên heyî li hember gel û civakên azadîxwaz encam bigirin, serî li rêyên qirkirin û komkujiyên girseyî didin.
16’ê Adara 1988’an li bajarê Helebce yê Başûrê Kurdistanê yek ji komkujiyên herî hovane û nemerd hat kirin. Di wê komkujiyê de piraniya wan jin û zarok zêdetirî 5 hezar mirov şehîd bûn, bi deh hezaran kes jî birîndar bûn.
Di 37’emîn salvegera wê de em Kurdên di Komkujiya Helebceyê de şehîd bûne bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Kesên di vê komkujiya hov de destê wan heye jî bi tundî şermezar û rûreş dikin. Ev komkujî hovîtiyeke herî mezin a zîhniyeta qirker û faşîst a li hember gelê Kurd û Kurdistanê bû. Komkujiya Helebce di dîroka mirovatiyê de lekeyeke herî tarî û reş e.
Komkujiya Helebce di şexsê rejîma Saddam de nîşan dida bê dewletên netewe yên Kurdistan di nav xwe de parçe kirine li hember gelê Kurd polîtîkayeke çawa ya înkar û tinekirinê pêş dixin. Lewma di pêvajoya komkujiyê de yek ji wan welatan jî dengê xwe dernexist. Ji ber dagirker, serwextbûn û azadiya gelê Kurd mîna mirina xwe dibînin.
Zêdetirî 50 salî ye Rêber Apo di nava hewldan û têkoşîneke muezem de ye. Gelê Kurd bi têkoşîna Rêber Apo pir baş fêm kir û serwext bû ku gel û civak tenê bi hevgirtin, yekîtî û rêxistinbûnê dikarin azad bibin.
Di encama têkoşîn û berxwedana di pêşengiya Rêber Apo de gelê Kurd ji her demê zêdetir nêzî azadiyê ye. Gelê Kurd bi xwe re di heman demê de gelên cîran jî serwext dike. Ji bo ti gel rastî komkujî û qirkirinan neyên, bi rengekî azad û wekhev bijîn li ser esasê paradîgmaya demokratîk ekolojîk û azadîxwaziya jinan jiyaneke herî pîroz ava dikin. Mînaka wê ya herî berbiçav jî îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe dide der.
Rêbertî herî dawî 27’ê Sibatê ji bo pirsgirêkên bi salan e rû didin bi rêya diyalogan çareser bibin û êdî şer û pevçûn ji dewrê derkeve, Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Ev bang bêguman ji bo tevahî gelên Rojhilata Navîn deriyekî ber bi azadiya gelan ve diçe heya dawiyê vedike.
Ya dikeve ser milên me ew e di vê pêvajoya hesas de em bi rola xwe rabin, avekê li agirê bi şewat dakin da ku em cîhaneke bêşer, bêpevçûn bi azadî û wekheviyê bixemilînin.
Weke gaziyên şer em bang li gelên xwe dikin ku ji bo em karibin xwe ji komkujî û qirkirinan biparêzin a girîng ew e, em rêxistinbûn û yekîtiya xwe xurt bikin, têkoşîna xwe ya li hember her cure xerabiyan pêş bixin. Em soz didin tola komkujiya Helebceyê bi avakirina Rojhilata Navîn a demokratîk a li ser esasê azadiya hemû gelan hilînin."