ROJAVA-SÛRIYE
Hemû Nûçe
-
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kelecana Cejna Remezanê
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gel bi coş û kelecanî amadekariya Cejna Remezanê dike. -
Ji bo şehîdê berxwedana Dêr Hafirê merasîmeke girseyî hate lidarxistin
Şervanê QSD'ê Dijwar Qidurbeg (Mihemed Osê) ku li berxwedana Dêr H afirê şehîd bû, li Qamişloyê merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
QSD'ê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir
QSD'ê nasnameya 2 şehîdên xwe eşkere kir. -
‘Divê jin di destûra nû ya Sûriyeyê de bibin xwedî biryar’
Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan diyar kirin ku divê jin li Sûriyê li dijî rêxistinên terorîst dengê xwe bilind bikin û gotin, divê jin di destûra nû ya Sûriyeyê de ji bo pêkanîna dadmendî û wekheviyê bibin xwedî biryar. -
‘Wê têkoşîna gelan bi ruhê Egîdan bi ser bikeve’
Gaziyan bi wesîleya hefteya qehremaniyê (21’ê Adar-28’ê Adarê) daxuyaniyek da û got, “Wê têkoşîn û berxwedana gelan bi ruhê Mazlûman û Egîdan teqez bi ser keve. Bi Rêbertiya azad em ê cîhaneke herî azad, bedew û wekhev ava bikin.” -
Şehîd Kobanê bi merasîmeke girseyî hat veşartin
Şêniyên herêma Firatê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Şehîd Kobanê li Goristan Şehîd Dicle veşartin. -
Rojnamevan Egîd Roj ê li Tişrînê hate qetilkirin, li Hesekê hate bîranîn
Rojnamevan Egîd Roj ê 40 roj berê li Bendava Tişrînê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû, li Hesekê li ser gora xwe hate bîranîn. -
Artêşa Îsraîlê li Lazqiyeyê bombe li depoyên çekan barand
Hate ragihandin ku hêzên hewayî yên Îsraîlê roja Pêncşemê li wîlayeta Lazqiye ya li rojavayê Sûriyeyê bombe li depoyên çekan barandine. -
'Heta ku dagirkerî bi dawî nebe, vegera bi ewle nabe'
Dewleta Tirk ku ji sala 2016'an û vir ve bajarên Sûriyeyê dagir kiriye, li herêmên dagirkirî kiryarên li dijî mirovahiyê dike. Gelên ku warê wan hatiye dagirkirin dixwazin dawî li dagirkeriyê bê û hesab ji sûcên hatine kirin bê pirsîn. -
QSD'ê nasnameyên 10 şehîdan eşkere kir
QSD'ê nasnameyên şervanên xwe yên ku di dema pêkanîna erkên xwe yên parastina herêmê de şehîd bûne eşkere kirin û soza şopandina rêya wan da. -
QSD’ê salvegera rizgarkirina Baxozê pîroz kir
Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) salvegera rizgarkirina bajarokê Baxozê bi dirûşmeya "Me teror li Baxozê têk bir û em ê ji bo avakirina Sûriyeyeke pirrengî ya nenavendî têkoşîna xwe bidomînin" pîroz kir. -
Zanîngeha Kobanê şehîdên Bendava Tişrînê û Qereqozaxê bi bîr anîn
Li Zanîngeha Kobanê ji bo bîranîna şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê û Qereqozaxê çalakiyek hate lidarxistin. -
Êrîşên dewleta Tirk ên li ser sivîlan dewam dikin
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser sivîlên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de mehên Çile, Sibat û Adarê 229 mirov hatin kuştin, 311 jî birîndar bûn. -
QSD'ê nasnameyên du şehîdan eşkere kir
Navenda Çapemeniya QSD’ê ragihand ku Ehmed Îsmaîl El Kesar (Hemod) ê ku di berxwedana Minbicê de birîndar bibû di 4’ê Adarê de şehîd bû û Mihemed Xelîl El Muteb (Zeyd) di 10’ê Adarê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû. -
'Hevpeyman ji bo aramiya herêmê bi daxwaza gelan pêk hat'
Şêwirmendê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Bedran Çiya Kurd, anî ziman ku peymana navbera QSD û rêveberiya demkî ya Şamê li ser pêkanîn û daxwazên gel ji bo aramiya herêmê hatiye kirin û got: "Li ser xalên hevpeymanê piranî lihevkirin pêk hat." -
QSD: Êrîşên dagirkeran dewam dikin, 2 drone hatin xistin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dewam dikin û 2 droneyên di êrîşan de hatin bikaranîn hatin xistin. -
'Bi pêşengiya jinên têkoşer wê yekîtiya gelan pêk were'
Gaziyên Jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê konferansa jinan a li Rojava pêk hatî silav kirin û gotin, “Em bawer in wê Konferansa Yekemîn a Jinên Kurd ji hişmendiya mêrperest re bibe bibe bersiveke xurt.” -
Dewleta Tirk li Hesekê welatiyek qetil kir
Balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker êrîşî Hesekê kir, welatiyek jiyana xwe ji dest da. -
Ji QSD'ê Çalakî: 3 çete hatin kuştin, 6 drone hatin xistin
QSD'ê ragihand ku di çalakiyên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de li derdora Bendava Tişrînê 3 çete hatin kuştin, 6 droneyên dagirkeran hatin îmhakirin. -
Şandeyeke ji aktîvîstên jin serdana gaziyan kir
Şandeyeke enternasyonal a ji aktîvîstên jin pêk tê, serdana Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. -
Îlham Ehmed: Divê jin di pêvajoya avakirinê de rolek bibandor bilîzin
Îlham Ehmed di konferansa li Qamişloyê de destnîşan kir ku divê jinên Kurd di pêvajoya avakirina Sûriyeyek demokratîk de rolek bibandor bilîzin û bang li gelê Kurd kir ku li her çar parçeyan yekîtiya neteweyî pêk bînin. -
QSD'ê êrîşên dagirkeriyê têk bir, 2 wesayitên leşkerî hatin îmhakirin
Navenda Ragihandinê ya QSD'ê diyar kir ku di çalakiyên bersivdanê de komek ji çeteyên dewltea Tirk a dagirker hate kuştin, 2 wesayitên leşkerî jî hatin îmhakirin. -
Ji QSD'ê daxuyaniya li ser salvegera rizgarkirina Baxozê
QSD'ê têkildarî salvegera 6'emîn a rizgarkirina Baxozê daxuyaniyek da. QSD'ê diyar kir ku DAÎŞ hewl dide xwe ji kaosa li Sûriyeyê xwedî bike. -
Li Til Temirê droneke bombebarkirî hat xistin
Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê droneke bombebarkirî ya dewleta Tirk a dagirker xistin xwarê û bêbandor kirin. -
QSD’ê bîlançoya şer a 24 saetên dawî eşkere kir
QSD’ê ragihand ku çeperek û wesayîteke leşkerî ya çeteyên Artêşa Millî ya Sûriyeyê û dewleta Tirk a dagirker, hatin îmhakirin.