HRE: 2 leşker û 4 çete hatin kuştin, tankek hat rûxandin

Di çalakiyên HRE’yê yên li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de 2 leşker û 4 çete hatin kuştin, tankek jî hat rûxandin.

ÇALAKIYÊN HRE’YÊ

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) encamên çalakiyên ku di meha Gulanê de li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kirine, eşkere  kir.

Daxuyaniya HRE’yê bi vî rengî ye:

"Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên cîhadîst ê ku dewleta Tirk a dagirker wan xwedî dike, ji roja ku bajarê Efrînê dagir kirine heya van kêliyan her cûre rê û rêbazên qirêj, di çarçoveya polîtîkayên qirkirin û komkujî meşandinê de berê xwe dane gelê me, timîtim êrişê gelê me dikin. Ji kuştinê heta girtinê, revandin, dizî, talan, desteserkirina mal û milkê gel, tecawiz, guhartina demografiyê û bi van rêbazên heyî bi sedhezaran gelê me neçar ma ji cih û warê xwe bibe, bi vî rengî sucê li dijî  mirovahiyê didin meşandin. Dagirker dema van kiryarên xwe didin meşandin li pêş raya giştî û cîhanê dikin ji ber bêdengî û çavê xwe ji kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayê wê tê girtin. Vê carê tenê bi Efrînê ra xwe sînordar nake, gelê me yê Efrînê ê ku neçarê koçberiyê bûye niha li derdora Heleb, Şehba û Efrînê dimîne carekî din jî rastî êrişên hovane ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tên. Bi rêka balafirên keşfê, bi dronên întîharî, bi obîs, tank, top û hawanan gelê me ên li ser erd, mal û milkê xwe ne rastî komkujî û êrişan tên. Dîsa di van demên dawî de li hemberî qadên gelê me lê dijî, êrişên dijmin zêde bûne. Bi taybet ji ber êrişên hewayî zarok û jin jî di nav de bi dehan mirovên me şehîd ketine. Em jî weke hêza parastinê ya gelê xwe, li hember êrîşan bêdeng namînin û çalakiyên xwe yên tolhildanê pêk tînin. Di çarçoveya van çalakiyan de, hêzên me çalakiyên bersivdayînê li darxistin.”

BÎLANÇOYA ÇALAKIYAN

Derbarê bîlançoya çalakiyan de ev agahî hatin parvekirin:

“Di 2'ê Gulanê de di navbera gundê Kîmarê û Beradê de hêzên me çalakiyek taybet li  darxistin. Di encamê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin,1 çete jî birindar bûn.Dîsa di heman rojê de li xeta Ezazê hêzên me çalakiyek taybet li dijî baregeha artêşa Tirk li darxistin, di encamê de 2 leşkerên dagirker birîndar bûn.

Di 3’yê Gulanê de li xeta Marê hêzên me çalakiyek sekvanî li darxistin û di encamê de çeteyek dewleta Tirk hate kuştin.

3-Di 4'ê Gulanê de li xeta Şêrewa hêzên me çalakiyek taybet li darxistin û di encamê de tireksek dijmin hate rûxandin û 2 çete birîndar bûn.

Di 5'ê Gulanê de hêza me li xeta Babê çalakiyek taybet li darxist, di encama vê çalakiye da 2 leşkerên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.

 Di roja 6'ê Gulanê de hêza me li xeta Ezazê çalakiyek sekvanî li darxist, di encama vê çalakiyê de çeteyek hat kuştin.

Bi giştî di van çalakiyan de, 2 leşker û 4 çeteyên artêşa Tirk a dagirker hatin kuştin, 2 leşker û 3 çeteyên dagirker jî birîndar bûn."