Şehîd Zîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn

Zeynep Kinaci (Zîlan) a ku di 30’ê Hezîrana 1996’an de li Dersîmê li dijî dewleta Tirk a dagirker çalakiya fedayî pêk anî, di 27’emîn salvegera şehadeta xwe de li kantonên Cizîr, Efrîn-Şehba û Helebê hat bibîranîn.

TIL TEMIR

Bîranîna li Til Temirê bi pêşengiya Kongra Star hat organîzekirin. Di bîranînê de nameya şehîd Zîlan hat xwendin. Endama Rêveberiya Kongra Starê Ronak Zeyneb şehîd Zîlan û hemû şehîdên azadiyê bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku çalakiya Zîlan a li dijî dewleta Tirk bersivek li komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Ronak Zeyneb destnîşan kir ku bi çalakiya Zîlan dilsoziya wan a bi Abdullah Ocalan re û amade ne ku ji bo welata canê xwe feda bikin.

HELEB

Li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê jî çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. Şehîd Zîlan û Sema Yuce ya ku di 21’ê Adarê de  li zindana Çanakkaleyê agir berda bedena xwe û di 17’ê Hezîranê de bû, hatin bîranîn. Li Meclisa Şehîd Cengîz a taxa Eşrefiye sînevîzyona li ser têkoşîna her du şehîdan hat pêşandan. Her wiha nameyên Zîlan û Sema Yuce jî wê li Weqfa Jina Azad bên xwendin.

KANTONA EFRÎN-ŞEHBA

Kongra Star ji bo bîranîna şehîd Zîlan li kampa Serdemê ya koçberan a Kantona Efrîn-Şehbayê semîrek li dar xist. Endama Kongra Starê Henîfe Mihemed ku moderatoriya semînerê kir, bal kişand ser têkoşîna Zîlan.