BI DÎMEN

Xelkê Kantona Cizîrê ji bo Abdullah Ocalan meşiya

Di çarçoveya pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de, li bajarê Dêrik ê Kantona Cizîrê meşeke girseyî hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên bajarên Dêrikê, Girkê Legê, Til Koçer û Çilaxayê bi dirûşma "Bi rihê berxwedana Îmraliyê em ê komploya 9’ê Cotmehê û xiyanetê têk bibin" meşiyan.

Ev çalakî û gelek çalakiyên din ên bi vî rengî di çarçoveya piştgiriya pêngava navneteweyî ya bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pisgirêka Kurd re çareserî" de li dar ketin.

Meş ji Qada Azadî ya li bajarê Dêrikê destpê kir û li pêşiya avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan rawestiya.

Li wir, hevserokê Meclisa Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Dêrikê Ayhan Murad axivî  û got: "Divê çalakiyên me berdewam bikin, ji ber ku em xwediyê projeya neteweya demokratîk in ku li ser raman û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ava bûye. Ji ber wê, divê em nîşaneya serkeftinê her tim bilind hildin da ku ji gelê xwe û Rêber Abdullah Ocalan re azadiyê bi dest bixin."

Endamê Meclisa bajarê Til Koçerê Yusif El Mehûs jî got: "Azadiya Rêber Abdullah, çareserkirina pirsgirêka kurd, sepandina ewlehiyê û aştiyê li herêmê, bingehên jiyana aştiyane ya li Rojhilata Navîn e."

El Mehûs wiha domand: "Ji bo ku aştî li Rojhilata Navîn pêk were, divê Rêber Abdullah Ocalan serbest bê berdan."