Cenazeyê şehîd Ziyad Xelef El Hemed hate veşartin

Cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad Xelef El Hemed bi tevlîbûna gelek kesan hate veşartin.

Malbatên şehîdan, şêx û rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl û leşkerî jî di nav, şêniyên bajarê Şedadê endamê Hêzên Asayîşê şehîd Ziyad Xelef El Hemed li Pakrewangeha Şehîdan a Şedadê oxir kir.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin û torena leşkerî destpê kir. Piştre ji fermandarên Hêzên Operasyonan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Seqir El Telfah sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Em sersaxiyê ji xwe û malbata şehîd re dixwazin. Şehîd ew welatparêzên leheng in ku canê xwe fedaî azadî û rûmeta gelên xwe kirine. Şehîd bi xwîna xwe ya pak dara azadiyê ya ku em di bin siya wê de ne avdane. Şehîd destanên şeref û fedakariyê nîvisandine, dê di bîra her nifşan de zindî bimînin. Şehîd Ziyad bû stêrkeke li asîmanê welat ku dê rêya me ronî bike. Rêber Abdullah Ocalan dibêje şehîd sax in tu carî namirin."

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ewda El Hisên soza şopandina xeta şehîd da û got: "Tevî xemgînî û dilê bi şewat em bi serferzî û şehnazî yek ji lehengên beşa operasyonan a Hêzên Ewlekariya Hundirîn Ziyad oxir dikin. Şehîd Ziyad xwedî exlaqekî bilind bû. Çûyîna wî ji bo me windahiyek e."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd Ziyand bi tilîliyên dayikan hat veşartin.

Endamê Hêzên Asayîşê Ziyad Xelef El Hemed 19’ê Hezîranê dema li ser erkê bû li Şedadê şehîd bû.