Mala Êzidî ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd peyam da
Mala Êzidî û Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama çalakiyan dan.
Mala Êzidî û Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyama çalakiyan dan.
Şandeyeke Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan serdana Mala Êzidî ya kantona Cizîrê ya li gundê Berzan ê bakurê Hesekê kir.
Şandeya însiyatîfê ji berdevkê wê Ferzende Munzir û endamên însiyatîfê Nuha Omer û Fuad Cûlî ve pêk hat ku ji aliyê hevserokê Mala Êzidî ya kantona Cizîrê Îsmaîl Delf û endamên yekitiyê Fewaz Abo ve hatin pêşwazîkirin.
Di serdanê de, berdevkê Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Ferzende Munzir behsa armancên pêngava navneteweyî kir.
Hevserokê Mala Êzidî Îsmaîl Delf jî got: "Em çi bikinnikarin heqê Rêber Abdullah Ocalan bidin. Rêber Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin da civata Êzidî. Ew dîroka wê baş nas dike û PKK`ê jî banga parastina wê kir. Me dît çawa şervanên PKK`ê ji bo parastina Êzidiyan, daketin Şengalê û ew parastin."
Delf wiha domand: "Divê em li derve û dewletên Ewropayê pêngavekê bidin destpêkirin ji bo ku dengê xwe ragihînin saziyên hikumetên li wir û rêxistinên hiqûqî ta ku armanca xwe ya sereke ew jî azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bi dest bixin.
Delf destnîşan kir ku êzidî, niha bûne xwedî destûr û maf û di nav aştiyê de ayînên xwe dikin û got: "Çi ji me bê xwestin em hazir in. Em bang li gelê xwe yê li cîhanê dikin ku tevlî pêngava navneteweyî bibin."
Endamê Yekitiya Êzidiyan a Sûriyeyê Fewaz Abo jî got: "Rêber Abdullah Ocalan bang li şervanên azadiyê kir ku li gelê Êzidî miqate bin. Ji ber wê, destwerdan kir û ew ji zulm û qirkirinê xilas kir ku çeteyên DAÎŞ`ê li dijî wan pêk dianî."
Abo ev li gotinên xwe zêde kir: "Em deyndarên Rêber Ocalan in. Divê em vê deynê bidin. J ber ku ramanên wî ne tenê yên gelê Kurd in lê belê yên gelên azadîxwaz in."
Abo diyar kir ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan were bi destxistin, çi pêwîst e dê bikin û got: "Azadiya civata Êzidî bi azadiya gelê Kurd ve girêdayî ye."
Di dawiya serdanê de, însiyatîfê pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ji Mala Êzidî re pêşkêş kirin.
Însiyatîfa Sûriyeyê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de ev demek e bi hêz û rêxistinên siyasî, civakî û olî re dicive. Duh serdana Meclisa Civakî ya Ermenî ya li Qamişloyê kiribû.