BI DÎMEN

Şehîdên Meha Hezîranê li Qamişloyê hatin bibîranîn

Şehîdên Meha Hezîranê li Qamişloyê bi merasîmek girseyî hatin bibîranîn.

Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qamişlo ji bo bîranîna 97 şehîdên Meha Hezîranê merasîmek girseyî li dar xist. Merasîm li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a Qamişlo hat lidarxistin. Di merasîmê de wêneyên Şehîdên Meha Hezîranê hatin hildan.

Merasîm bi rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan dest pê kir. Piştre li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin. Axaftvanan bal kişand bi ser kesayetî û têkoşîna şehîd Zîlan.

Di merasîmê de nasnameya 97 şehîdan hatin xwendin.

Merasîm bi dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” bi dawî bû.