Dewleta Tirk li Minbicê sivîlek qetil kir
Dewleta Tirk a dagirker, di bombardûmana li bejahiya bakurê Minbicê de sivîlek qetil kir. Di êrişê de sivîlek jî birîndar bû.
Dewleta Tirk a dagirker, di bombardûmana li bejahiya bakurê Minbicê de sivîlek qetil kir. Di êrişê de sivîlek jî birîndar bû.
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku bombardûman li ser gundê El Derecê hatiye kirin û sivîlek şehîd bûye, yek jî birîndar bûye.
Hate ragihandin ku sivîlê şehîd bûye Îbrahîm Derc Semo yê 45 salî ye.
Xalid Kamil El Hîlal ê 26 salî jî li Nexweşxaneya Minbicê tê dermankirin.