Li Sûriyeyê êrîşa Îsraîlê: 2 kes mirin

Hat diyarkirin ku roja Çarşemê di êrîşa Îsraîlê ya li dijî çeperên li başûrê Sûriyeyê de 2 kes mirin.

Li gorî nûçeya ajansa Sana ya girêdayî hikûmeta Şamê ku agahiyên xwe spartiye çavkaniyekî leşkerî diyar kir ku di êrîşa Îsraîlê de 2 kes mirin e. Hate ragihandin ku êrîş li gorî saeta herêmî saet derdora 23.40'an de pêk hatiye. 

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (OSDH), di êrîşê de navenda xizmetê ya weqfeke bi navê Cîhad El Bîna (Têkoşîna ji bo Jinûve Avakirinê) ku alîgirên Hîzbûllaha Lubnanê û komên girêdayî Îranê ne, ya li nêzî Seyyîde Zeynep hedef hatiye girtin.

Ev bajaroka ku nêzî Şamiyê ye û malvanî ji perestgeheke girîng a Şîeyan re dike, ji aliyê artêşa Şamê û her wiha milîsên alîgirê Îranê ve Hîzbûllahê ve tê parastin. 

Cîhad El-Bîna piştî şerê di navbera Hîzbûllah û Îsraîlê de di sala 2006'an de xebatên jinûve avakirinê beriya hikûmeta Lubnanê girt ser xwe. 

Ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê ji sala 2011’an û vir ve Îsraîl bi sedan êrîş li dijî artêşa Şamê û komên alîgirê Îranê pêk aniye.

Li gorî Sana, 19'ê Hezîranê di êrîşa Îsraîlê ya li hemberî du çeperên artêşê yên li heman herêmê de efserekî Sûriyeyî hatiye kuştin.