Dewleta Tirk li Efrînê di mehekî de herî kêm 40 kes revandin

Navenda Belgekirina Binpêkirinan tespît kir ku dewleta Tirk a dagirker di meha Hezîranê de zarokek jî di nav de herî kêm 40 kes revandine.

NAVENDA BELGEKIRINA BINPÊKIRINAN

Navenda Belgekirina Binpêkirinan rapora meha Hezîranê a revandina welatiyan ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve li Efrînê, weşand.

Di rapora Navenda Belgekirina Binpêkirinan de hate ragihandin ku di meha Hezîranê de, yek jê zarok, 40 kes li Efrînê hatine revandin.

Li gorî raporê navên kesên hatine revandin wiha ne: Xelîl Elî (58), Cenan Mihemed Heskê (75), Mihemed Horo (58), Elî Salih Salih (45), Îsmet Rifet Mistefa (45), Can Hecî Reşîd, Silêman Hikmet, Mihemed Reşîd Hec Omer, Arif Mihemed Kedlo (52), Mihemed Farûq Kedlo (58), Temam Sefûr (48), Arif Hesen Reşîd (70), Omer Mihemed Reşîd (60), Şaban Hisên Hemo (60), Fayîq Îsamîl Îsamîl (56), Îsmaîl Bîlal Silêman (35), Mihemed Selah Sîn Elî (45), Şêx Mihemed Mihemed (70), Îzet Bîlal Îsmaîl (56), Xelîl Şêxo Reşîd (47), Mihemed Nesan Mistefa (40), Mihemed Miqdad Yûsif (35), Delîl Hisên Hecî (34), Cemal Heyan (35), Selah Elî Ebdo, Tahir Mihemed Şukrî (54), Hisên Mûsa Şêxmûk (75), Ehmed Ferîd Reşo (39), Yûsif Henîf (24), Ednan Namî Osman (26), Mihemed Zemcî Murad (35), Fayîq Zemcî Murad (33), Îmad Mistefa Xelîl, Rêzan Mihemed Mihemed (44), Nêçîrvan Mistefa Elî (37), Reşîd Semîr Elî (24), Yehya Taha Berekat (37), Edhem Derwîş (15), Elî Nûredîn û Reşîd Kolîn.

Di raporê de hate diyarkirin ku aqûbeta kesên hatine revandin, nayê zanîn û ji malbatên hin revandiyan fidye xwestine.

JI DEMA DAGIRKERIYÊ Û VIR VE ZÊDEYÎ 10 HEZAR Û 400 KES HATIN REVANDIN

Dewleta Tirk di sala 2018’an de li Efrîna dagirkirî tam rejîmeke terorê ava kir.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirina di meha Gulanê de herî kêm 30 kes hatibûn revandin.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Sûriyeyê ji sala 2018’an heta Nîsana 2024’an herî kêm 10 hezar û 332 kes hatin revandin, 463 kes hatin qetilkirin.