BI DÎMEN

Şehîdên Komkujiya Kobanê li ser gorên xwe hatin bibîranîn

Şehîdên Komkujiya Kobanê ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve şehîdxistin, li ser gorên xwe hatin bi bîr anîn.

Çeteyên DAÎŞ'ê di saetên berbanga 25'ê Hezîrana 2015'an de li gundê Berx Batan û bajarê Kobanê komkujî pêkanîbûn û bi sedan welatî hatin qetilkirin. Bi vê boneyê bi sedan şêniyên Kantona Firatê berê xwe dan goristana şehîdên komkujiyê ya li ser rêya Cerablusê ya li bajarê Kobanê, goristana şehîdên komkujiyê ya li gundê Berxebtanê û şehîdên komkujiyê bi bîr anîn.

Merasîm ji bo bîranîna şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Piştre Hevserokê Akademiya Malbatên Şehîdan a Emgîhan Cûdî Silêman Silêman axivî û got: “Vê komkujiyê hovîtî derbas kir zarok, jin, kal û pîr hatin qetilkirin. Xwestin gelê me bitirsînin û gelê me û îradeya wan tune bikin. Lê dîsa bi ser neketin.”

Li goristana gundê Berxbotanê Endamê Meclîsa Giştî a Partiya Yekîtiya Demokratîk a Kantona Firatê Salih Nûh axivî û wiha: "Qetilkirin û komkujî ji dîrokê ve li ser vê netewê hatine, ne zarok, ne jin û ne jî extiyar ji hovîtiya dagirkeriyê û hovîtiyê xelas nabin. Em ê bi wê hêza şehîdên xwe bi ser bikevin. Şehîdên me xeta azadiyê ne. Divê em jî tola şehîdên xwe hilînin, li ber xwe bidin û li hemberî wê dagirkeriyê bi ser bikevin."