25 hezar dolar fîdye ji malbata ciwanê hatî revandin, hate xwestin

Çeteyên dewleta Tirk li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, ciwanê bi navê Reşîd Semîr Elî revand û ji malbata wî 25 hezar dolar fîde xwest. Her wiha hat zanîn ku koçberên li Efrînê hatine bicihkirin jî, Nîdal Mihemed ê ji Bilbilê derb kirine.

Duh (28’ê Hezîranê) Reşîd Semîr Elî yê 24 salî ku li gundê Kora yê navçeya Cindirês ê Efrînê dijî, dema divegeriya gundê xwe ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hate revandin. Ji malbata ciwanê hatî revandin, 25 hezar dolar hate xwestin. Çavkaniyên herêmî yên li Efrînê, diyar kirin ku koma çeteyan a bi navê “Nûredîn El Zenkî” yên girêdayî dewleta Tirk, berpirsê vê bûyerê ne.

Her wiha hat zanîn ku koçberên ku li Efrînê hate bicihkirin, Nîdal Mihemed ê li nêzî Mizgefta Şêx Bekir dixebitî derb kirine. Li gorî agahiyên hatine wergirtin, Nîdal Mihemed ê ji bajarokê Bilbilê di encama êrîşê de ji serê xwe birîndar bû.