Şehîd Şahîn Enabiya hate veşartin

Şehîdê Hêzên Komando yên QSD'ê Şahîn Enabiya (Besam Ebdulezîz Silêman) hate veşartin.

Şêniyên bajarê Til Temirê ya kantona Cizîrê bi merasîmekê cenazeyê şervanê Hêzên Komandos ên QSD’ê Şahîn Enabiya (Besam Ebdulezîz Silêman) li Pakrewangeha Şehîdan a Til Temirê spart axê.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Bajarê Til Temirê Mihemed Eliyat sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Şehîd Besam Silêman xeta hevalên xwe yên şehîd şopand û gihişt asta şehadetê. Em soz didin Rêber Abdullah Ocalan em ê rêya şehîdan bişopînin ta azadî û serkeftinê mîsoger bikin."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda jî banga hevgirtin û xwedîderketina li destkeftiyên şehîdan kir.

Pismamê şehîd Besam, Silêman El Meter got: "Şehîd rêya ronahiyê nîşanî me didin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd Besam hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin. Cenazeyê şehîd bi dirûşma "Şehîd namirin" hat veşartin.