Cenazeyê şehîd Mihemed Dilbixwîn li Kobanê hat veşartin

Cenazeyê şervanê QSD'ê Mihemed Dilbixwîn ê ku li Eyn Îsa şehîd bibû, li Kobanê bi merasîmekê hat veşartin.

MERASÎMA ŞEHÎDAN

Cenazeyê şervanê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mihemed Dilbixwîn (Îsmaîl Xelef) ku di 26’ê Hezîrana 2024’an de li Eyn Îsa şehîd bibû, li Kobanê hat veşartin.

Şêniyên kantona Firatê û nûnerên sazî û rêxistinên girêdayî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û gelek kes beşdarî merasîma ku li Şehîdgeha Şehîd Dicle hat lidarxistin bûn. 

Di merasîmê de Endama Meclîsa Malbatên Şehîdan a Qinê Şêrîn Mihemed Hisî axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Divê dewleta Tirk û hevalbendên wî baş bizanin,  em tu carî bi şehîdxistinê tune nabin, em ê bi hezaran şopdarê rêça şehîdên xwe bin. Em bi şehîdên xwe serbilind û serfiraz in.

Yek ji fermandariyên Meclisa Leşkerî ya bajarê Girê Spî Riyad Xelef axivî û got: "Şehîd Dilbixwîn bi berxwedanî xwe hata dawiyê têkoşîn kir. Şehîdan ji bo ku axa xwe biparêzin têkoşîn kirin. Lê em ê jî hata dawiyê têkoşîna ku şehîdên me dabûn pêşiya xwe wê têkoşînê bişopînin."

Piştre wesîqeya şehîd ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbatê hate kirin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşma" Şehîd namirin" hat veşartin.