BI DÎMEN

Şehîd Sorxwîn Dêrsîm şerê Kobanê vedibêje

Şehîd Sorxwîn hem ji şerê Kobanê heya azadiya Kobanê, hem jî ruxmî birîndariya xwe di pêvajoya jinûvesazkirina Kobanê de bi awayekî çalak cihê xwe girt.

Yek ji şervana azadiyê ya ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Makû, berê xwe da şerê Kobanê û di vî şerî de çaveke xwe feda kir, şehîd Sorxwîn Dêrsîm bû. Şehîd Sorxwîn hem ji şerê Kobanê heya azadiya Kobanê, hem jî ruxmî birîndariya xwe di pêvajoya jinûvesazkirina Kobanê de bi awayekî çalak cihê xwe girt. Bi birîndarên şer re elaqedar bû, bi germahî malbatên ku koçber bibûn pêşwazî kir, bi pêwîstiyên malbatên şehîdan û jinan re ji nêz ve elaqedar bû. Wê, ne tenê Kobanê ji çeteyan parast, her wiha weke dayîkeke dilovan Kobanê hembêz kir û birînên wê kewand.  Di 11’ê Sibata sala 2024’an de li bajarê Qamîşlo rêheval Sorxwîn bi rêhevala xwe Azadî Dêrik re di encama êrîşa hewayî ya faşîzma dewleta qirker ya Tirk de, gihîşt şehadetê. Şehîd Sorxwîn şerê Kobanê û hestên xwe di hevpeyvînekê de wiha anîbûn ziman:

'GER TU DI NAVA SÊ ROJAN DE ŞEHÎD NEBÎ…'

Şehîd Sorxwîn ku bi cesaret û fedakariyeke mezin di şerê Kobanê de cih girt û têkildarî şerê sing bi sing ê bi çeteyan re wiha vegot: “Dema em gihîştin Kobanê, bi dijwarî dengê çekan bi taybet jî dengê hawan û tankan dihat. Asîmanê Kobanê ji ber bombebaranan reş bibû. Em di saet 3’yê êvarê de gihîştin Kobanê. Em derbasî malekê bûn. Em hîna nerûniştibûn ku hawanek li pêşiya mala em lê diman, ket. Ji bo tişt bi hevalan neyê, em ji wir birin mala piştê. Bi qasî ku dengê sîlehan pir dihat, em şaş diman ku ji kîjan alî ve êrîş tê. Jixwe şereke giran bû, mirov şaş dima ku hawan û fîşek, an jî obîs ji kîjan alî ve tên avêtin. Çeteyên DAÎŞ’ê bi qêrîna “Elahû Ekber” û dijûnan êrîş dikirin. Her cure çek di destên wan de hebû.

Dema em nû hatin Kobanê, hevalê Gelhat em pêşwazî kirin. Ji min re got; “Eniya herî zêde şer lê dijwar e, milê rojhilat e. Ger tu bixwazî tu dikarî derbasî wir bibî.”  Ez jî derbasî eniya Kaniya Kurdan bûm. Li wir hevalan ji min re got; “Ger tu di nava 3’ê rojan de şehîd nebî, êdî tiştek bi te nayê. Ji ber ku tu yê êdî terzê dijmin fêr bibî û bikaribî xwe biparêzî û şer bikî.”  

'ME TECRÛBEYA ŞERÊ BAJARAN LI KOBANÊ WERGIRT'

Gelê Kurd şerê xwe bi piranî li bajar û çoltaran li dijî dagirkeran meşandibû û tecrûbeya şerê bajaran kêm bû. Şehîd Sorxwîn diyar kir ku wan bi şerê Kobanê re tecrûbeyeke mezin ya şerê bajêran bi dest xist û got: “Di şerê Kobanê de me li ber dîwaran, nav kolanan û ser xaniyan şer kir. Beriya wê me tu carî şereke bi vî awayî nekiribû. Em li Kobanê  fêrî şerê bajaran bûn. Hemû tecrûbeyên ku me di wî şerî de qezenc kir, bi saya şehîdên me ye. Ji ber ku di her zehmetî û windahiyekê de em fêrî dersên mezin jî bûn. Bi wêrekî û qehremaniya şehîdan re me heya astekê êrîşên çeteyan şikand. Ruxmî ku zor û zehmetiyên şer pir jî bûn, pirî caran em bêyî cebilxane, lojîstîk û hêza teqwiye diman jî, tevî hemû şert û mercên giran, îradeyeke mezin jî hebû. Her kesê ku beşdarî şer bibû, xwe bi azadî û serkeftinê re kilîd kiribû. Lewre me karî hemû zehmetiyan bi rûkenî û baweriyeke mezin derbas bikin. Vê hêz û baweriya xurt hişt ku em rojane pêşve biçin û serkeftin jî pêk bê.”  

'GELÊ ME SÎNOR RAKIRIN Û WEKE LEHÎ HERIKÎN'

Şehîd Sorxwîn Dêrsim têkildarî beşdariya bêmînak ya gelê bakur a ji bo şerê Kobanê ev yek anîn ziman: “Bi bangewaziya Rêber Apo re, gelê Kurd sînor rakirin û bi cesareteke mezin derbasî bajarê berxwedanê Kobanê bûn. Tişta ku mirov pê diêşe, pir ji wan qehremanên mezin bi hesreta rizgariya Kobanê şehîd bûn. Pir kes hîna li Kobanê av venexwaribûn gihîştin şehadetê. Bi taybet ez vê ji bo gelê bakurê Kurdistanê dibêjim. Hêrsa wan pir diyarker bû. Her wiha ji hemû beşên Kurdistanê gel rabû ser piyan. Şerê Kobanê ji bo tevahî gelan bû hêviya azadiyê. Ji ber hebûn û tunebûna azadiyê pê ve girêdayî bû. Ger Kobanê biketa, tiştek bi navê Kurd nedima. Ji bo wê yên tevlî vî şerî bûn, hemû hêza xwe xistin tevgerê ji bo serkeftina Kobanê. Bi armanca serkeftinê gelek taktîkên cûr be cûr, li gorî stratejiya deme pêş ketin û di encamê de Kobanê neket û bi serfirazî azad ma.”  

'ARMANCA DAÎŞ Û FAŞÎZMA TIRK YEK BÛ'

Hemû cîhan dizane ku dewleta faşîst ya Tirk bi awayekî eşkere bi hemû hêza xwe alîkarî da çeteyên DAÎŞ’ê, Şehîd Sorxwîn ku bi xwe şahidê vê rastiyê ye dibêje: “Her çi qas çeteyên DAÎŞ’ê di wî şerî de derba mirinê dixwar jî, lê bi alîkariya eşkere ya dewleta dagirker ya Tirkiyeyê re xwe ji nû ve kom dikir. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan piştgirî dida DAÎŞ’ê. Nexweşxaneyên xwe yên taybet xistibûn xizmeta DAÎŞ’ê. Ev tiştên ku ez niha bi lêv dikim, me bi çavên xwe dîtin, ne ku me ji derdorê bihîstine. DAÎŞ weke amûrekê di destên Tirkiye de ye. Lewra mirov nikare armanca wan ji hev cuda bigire dest. Armanca wan qirkirina nasnemeya Kurd û hebûna gelê Kurd bû. Lê şervan û şoreşgerên welat jî pêşiya wan girtin.”

'TU PÊNÛS Û LÊNÛSK TÊRA NIVÎSANDINA WESFA ŞEHÎDAN NAKIN'

Şehîd Sorxwîn şehîdên Kobanê bi bîr anî û got: “Di şexsê hemû şehîdên ku di wî şerê giran de bi xwîna xwe Kobanê parastine, mirov şahidiyê ji nirxên mirovahiyê re dike. Yanî ez dikarim bibêjim rizgarkirina Kobanê bi saya şehîdên berxwedêr bû. Tu pênûs û lênûs têra nivîsandina wesfa şehîdan nakin.  Ev şer şerê hebûn û tunebûnê bû. Me dizanî yan em ê şer bikin û ser bikevin, yan jî em ê bin bikevin û bi  zincîrên koletiyê  bijîn. Lê me rêya şer û serkeftinê hilbijart. Ji ber wê jî me bi fedayîtî şer kir û hebûna xwe parast. Ev jî bi saya ked û qehremaniya şehîdan pêk hat.”