BI DÎMEN

'Çar parçeyên Kurdistanê li Kobanê bûn yek'

Bekir Hec Îsa anî ziman ku hîna xeteriya DAÎŞ û gelek pîlanên dewleta ji bo tunekirinê vê şoreşê hîn jî dewam dikin û got, "Em ê jî bi fikrê neteweya demokratîk dawî li sîstema desthilatdar bînin."

Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û ji Rêveberiya Peywendiyên Siyasî ya li Kantona Firatê Bekir Hec Îsa li ser 10'emîn salvegera êrîşa çeteyên DAÎŞ ya li ser Kobanê ji ANF'ê re axivî.

Bekir Hec Îsa anî ziman ku beriya şoreşê jî ew birêxistinkirî bûn, xwedî mîrateyeke berxwedanê bûn û got, "Çirûska xwe li Kobanê di 19'ê Tîrmehê de destpê kir bi armanca pêkanîna şoreşê bû. Gelek kes li hemberî wê şoreşê rabûn. Bi navê Artêşa Azad, dûre bû Cebhet El Nûsra û piştî wê jî bû çeteyên DAÎŞ'ê, tenê cilê wan hat guhertin û navê wan hat guhertin, lê feraset û armanca wan tunekirina vê şoreşê bû."

Bekir Hec Îsa diyar kir ku bi hemû rêbazan êrîş li şoreşê hate kirin û got, "Di 15'ê Îlonê de êrîşî Kobanê kirin û xwestin wê şoreşa ku ji Kobanê destpê kir li Kobanê tune bikin. Her kes zane kê piştgirî da DAÎŞ'ê. Dema êrîşî Mûsilê kirin, rejîma Iraqê nikarîbû sê rojan jî li ber xwe bida. Ruxmî ku desteka koalîsyonê ji rejîma Iraqê re jî hebû, lê dîsa çeteyên DAÎŞ sê rojan hemû kirin bin kontrola xwe. Piştî ku Mûsil hat dagirkirin, berê xwe dan çirûska ku şoreş lê hatibû destpêkirin. Berê xwe dan Kobanê û di 15'ê Îlonê de ji her alî êrîşî Kobanê kirin. Di heman wextê de jî dewleta Tirk ji aliyê sînor piştgirî didan çeteyan û xwestin wî rih û felsefeya Neteweya Demokratîk tune bike û dawî lê bîne. Lê şewqa wê êdî ber bi hemû welatan ve çûbû, kesî nikarîbû wê yekê tune bike.

'BAJAREKÊ BIÇÛK NAVÊ XWE LI HEMÛ CÎHANÊ BI BERXWEDANÊ BELAV KIR'

Dema ku em behsa Kobanê dikin û cîhan jî bi giştî behsa Kobanê dike tenê berxwedanê tê bîra mirovan. Ev berxwedan jî tenê bi qilêşeke biçûk bû û li hemberî hemû tank û topan bû. Gel bi zarokên xwe re bû yek û Kobanê parast. Kaolîsyon beriya ku alîkariyê bi Kobanê re bike, destek û sîleh didan artêşa azad, li Mûsilê jî destek dikir. Lê ne Mûsil û ne jî Artêşa Azad li hemberî DAÎŞ'ê nikarîbû li ber xwe bide. Diyar e ku berxwedana Kobanê û navê Kobanê ku li cîhanê bi giştî deng veda ew jî bi saya YPG û YPJ'ê bû. Şervanan soz dabû bi wê axê. 12 heval li dibistana Sersorî li hemberî sê tankan tenê bi qilêşa xwe şer dikin û heta dilopa dawî rêya berwedanê tenê dişopînin. Ev bû bingeha berxwedana Kobanê û bi berxwedan û îradeya gel Kobanê bi ser ket û navê xwe li tevahî cîhanê belav kir. Gelê me yê Bakurê Kurdistanê hemû li ser sînor bûn û nobed digirtin ji bo Kobanê. Bi çekên sivik terora DAÎŞ'ê hat tunekirin."

Bekir Hec Îsa ragihand ku Kobanê bû mînaka berxwedanê û got, "Rêber Apo ji bo Kobanê seferberî ragihand û bar da ser milê her Kurdekî. Rêber Apo got, ger Kobanê bikeve wê Kurdistan jî bikeve. Çawa sedsala ku derbasbûyî mafa Kurdan tune bû, ger ne ji seferberiyê be jî wê em ê dîsa sed salê din bê nasname bûna. Ji her çar parçeyê Kurdistanê û gelê azadîxwazan berê xwe dan Kobanê. Min ew kêlî dît, di nava Kobanê de gelek zaraveyên ziman me bihîstin, Kurdî, Soranî, Behdînanî û Zazakî me bihîstin. Rihê wan berxwedêran yek bû, ew jî berxwedanî ji bo Kobanê ye. Ew rihê ku li Kobanê derket wê bibe mînak ji bo tevahî partiyên siyasî. Divê êdî em ji vê berxwedanê hêz bigrin û li dûrî berjewendiyên xwe bikevin, divê em bi rihê berxwedana Kobanê bi hev re rabin û li dijî wê zihniyetê li ber xwe bidin. Divê em ne tenê desthilatdariya xwe û eşîra xwe biparêzin, divê ji bo mafê her Kurdekî em xwedî erk bin."

HÎNA XETERIYA DAÎŞ`Ê HEYE Û GELEK PILAN JI BO TUNEKIRINA VÊ ŞOREŞÊ JÎ HEYE 

Bekir Hec Îsa di dawiya axaftina xwe de got, "Divê êdî em Kurdistana xwe biparêzin, wê dawî li desthilatdariyê bê û rihê berxwedanê yê gel tenê bimîne. Divê li tevahî dibistanan rihê berxwedana Kobanê were fêrkirin. Em bang li hemû gelê xwe yê her çar parçeyê Kurdistanê dikin, hîna xeteriya DAÎŞ`ê heye, gelek pîlanên dewletan ji bo tunekirina vê şoreşê heye. Em bang li tevahî partiyan dikin ku divê êdî em rabin ser piyan li dijî van sîstman û em dawî li wê desthilatdariyê bînin. Ruxmî ku DAÎŞ ji aliyê eskerî ve tune bûye lê xwe bi rêxistin dike. Vaye li dora me dorpêçkirî ye, li Cereblûsê, Girê Sipî û Serêkaniyê bûye cihê perwerdeyê ji DAÎŞ'ê re. Divê em bi rihê projeya Neteweya Demokratîk êdî dawî li sîstema desthilatdar bînin."