Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê kesekî din revand

Dewleta Tirk li Efrîn a ku ji sala 2018’an ve ye di bin dagirkeriya wê de ye, kesekî din revand.

Çavkaniyên xwecih diyar kir ku çeteyên "Polîsên Leşkerî" û endamên MÎT’a dewleta Tirk li gundê Hemamê yê bajarê Cindirêsê yê Efrînê welatiyê bi navê Welîd Mihemed Mamo (51) revandiye. Her wiha aqûbeta kesê hatî revandin nayê zanîn.

Li gorî Navenda Belgekirina Binpêkirinan, di navbera 1,4,5,7,8 û 9’ê Îlonê de ji aliyê dagirkeran ve herî kêm 19 kes hatine revandin.