Li Reqayê meşa ji bo azadiya Abdullah Ocalan

Meclîsa Civata Jinan a Zenûbiya ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bilêvkirina daxwaza azadiyê çalakiyek lidar xist.

Bi pêşengiya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya bi sedan şêniyên Reqayê li dijî pergala êkenceyê ya ku dewleta Tirk li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimşîne, meşek lidar xist.

Di meşê de nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Reqayê û partiyên siyasî jî amade bûn.

Meşê ji pêşiya Nexweşxaneya Kevn a Zarokan dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û pankartên "Bi fikrê neteweya demokratîk em ê Komploya Navneteweyî têk bibin", "Bi îradeya gelan em ê pergala Îmraliyê hilweşînin" û "Bi rih û felsefeya neteweya demokratîk em ber bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah ve dimeşin" hatin vekirin.

Beşdarên meşê li Qada Jina Azad sekinîn. Li vir berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Buseyna Ebdo axivî. Buseyna anî ziman ku ji 25 salan ve dewleta Tirk a dagirker di nava bêdengiya rêxistinên navneteweyî û CPT’yê de pergala îşkence û qirkirinê li dijî Rêber Abdullah Ocalan dimeşîne.

Buseyna diyar kir ku paradîgmaya Rêbertî ji şer  û pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û cîhanê re çareserî ye û wiha domand: "Dewleta Tirk a dagirker çi bike jî nikare ramanên azad li ser gelên azadîxwaz qut bike. Rêbertî projeya neteweya demokratîk, piransîpên yekitiya gelan, wekhevî û edaletê pêşkêş kirin. Bi saya ramanên Rêbertî jinan mafên xwe nas kirine û di tevahî qadan de rola xwe pêk tînin."

Her wiha, got divê tevahî jinên cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bibin yek û ev peyam da: "Em jinên azad ên Zenûbiya erka me ew e ku bi rêya teşhîrkirina siyaset û pêkanînên sîstematîk ku dewleta Tirk a dagirker dimeşîne, Rêbert Abdullah Ocalan biparêzin. Em soza xwe nû dikin ku em ê heya azadiya fîzîkî her tim tê bikoşin û li ber xwe bidin."

Di dawiya de dayika şehîd Xelef El Boş, Îtab El Kurdî helbestek li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwend.