8 çeteyên ku hewl dan bikevin Minbicê hatin kuştin

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê 8 çeteyên Tirk ku hewl dan bi dizî bikevin gundê Um Cilûd kuştin û 10 çete birîndar kirin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku hêzên wan hewldana çeteyan a ketina gundê Um Cilûd ê gundewarê Minbicê têk bir.

Navendê diyar kir ku di hewldana yekemîn a ketinê de şerekî dijwar rû da û encamê de 3 çete hatin kuştin û 5 jî birîndar bûn û çeteyên din revîn.

Her wiha navendê anî ziman ku çete di hewldana ketinê ya duyemîn de ya bi armanca rakirina cenazeyên çeteyên xwe, ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê careke din hatin têkbirin. Bi wê re 5 çeteyên din hatin kuştin û 5 din jî birîndar bûn.

Li gorî navendê bi giştî di encama hewldanên ketina çeteyan li gundê Um Cilûd de 8 çete hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.