BI DÎMEN

Desteya Çandê nerazîbûn nîşanî bikaranîna navê 'Kobanê' da

Desteya Çandê ya Kantona Firatê, nerazîbûn nîşanî bikaranîna bêdestûr a navê Kobanê di Mîhrîcana Fîlmê de da.

Navê Komîna Fîlm a Rojava û logoya wan a Mîhrîcana fîlm a Kobanê bê destûr hatiye bikaranîn. Desteya Çandê ya Kantona Firatê têkildarê mijarê daxuyanî da û nerazîbûna xwe nîşan da.

Endama Rêveberiya Şano ya Hîlala Zêrîn Perwîn Kerho, daxuyanî xwend û diyar kir ku di dîroka Kurd û Kurdistanê de destanên mezin ên lehengiyê di encama berxwedanên bêhempa de hatine nivîsandin û ev tişt got, “Îro li Kobanê gelê me yê bi rûmet li ser xaka xwe bi awayekî azad dijî û li mîrateya zarokên xwe, li nirxên wan ên ku bi xwîna pîroz hatiye parastin xwedî derdikevin.

Helbet weke Tevgera Çand û Hunerê ya li bajarê Kobanê, bi her awayî xebatên xwe didomînin û xwedî li mîrateya şehîdên xwe derdikevin. Bi parastina çanda xwe bi folklor û govenda xwe bi dengbêjî, stranên xwe dîsa bi şano, fîlmên xwe, em di nava têkoşîneke mezin dene.

Mîhrecana Fîlmê ya 5’emîn a li Ewropayê ji aliyê hin kesên ku qet têkiliya wan bi rastiya Kobanê re nîne ve hate lidar xistin. Ev kes bi tu awayî nûnertiya îradeya Kobanê û nasnameya Kobanê nakin. Pêwîste di serî de tevahî hunermend, sînemager, gelê me û raya giştî vê rastiyê zanibe: Mihrîcana muzîk, şano, govend û sinema îro di nava dilê Kobanê de tê lidar xistin. Wê bi derfeta xwe vê mîrateyê û hunera rast a şoreşê di nava gelê xwe de her tim zindî bike.

Banga me li tevahiya hunermendan û bi taybetî li sînemagerên Kurd, cîhanê yên enternasyonal ku bi rêyên sexte neyên xapandin û rastiya van kesên ku dixwazin navê Kobanê bi kar bînin, têxin bin xizmeta berjewendiyên xwe yên madî û nijadpersetî de nas bikin û xwedî helwest bin."