Tecrîda Îmraliyê û êrîşên qirkirinê hatin protestokirin

Êşkenceya tecrîdê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li kantona Tebqayê hat protestokirin.

Meclsia Malbatên Şehîdan a kantona Tebqa ji bo şermezarkirina pergala êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşma ׳bi hevgirtinê em bendên îmraliyê bişikînin û Rêber Apo azad bikin׳ meşeke girseyî li dar xist.

Di meşê de xelkê Tebqa, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, deste û meclisên wê, Partiya Sûriya Pêşerojê, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin û Meclisa Malbatên Şehîdan beşdar bûn.

Meş ji pêş Parka Şehîd Hevrîn Xelef heta ber bi avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan çû. Li wir daxuyaniyek ji hêla hevseroka Desteya Malbatên Şehîdan û Gaziyan a kantona Tebqa Foza Mihemed ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin di ser komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re zêdetirî 25 sal derbas bûne. Armanca komployê gelê Kurd negihîne hêviya xwe ya azadiya li ser xaka xwe Kurdistanê, keç û xort berê xwe nedin çiyayên berxwedanê û Kurdistan mêtinger û parçekirî bimîne.

Hat destnîşankirin ku ev komplo ji bi awayekî plankirî ji bo pêkanîna berjewendiyên hêzên cîhanê û herêmî yên kapîtalîst û neteweperst hat pêkanîn ku rastiyên dîroka gelê Kurd berevajî bikin û reş bikin.

Di daxuyaniyê de berdewama komployê, nebûna wergirtina tu agahiyekê li ser tenduristiya Rêbertî, berdewama pergala îşkence û qirkirinê li dijî wî, her wiha bêdengiya rêxistinên mirovî û yên têkildarî mafên mirovan hatin şermezarkirin.

Her wiha hat gotin ew ê li ser şopa û fikra Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bin, dev ji berxwedana li dijî faşîzmê bernadin û dê heta bidawîkriina vê pergalê li ser Rêbertî û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têkoşîna xwe mezin bikin.

Di dawiyê de kevokên aştiyê hatin berdan û dirûşma ׳Bijî biratiya gelan׳ û ׳Bê Serok Jiyan Nabe׳ hatin berzkirin.