Însiyatîfa Azadiyê serdana malbatan dike

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, dest bi serdana malbatan kir.

Di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de, Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê, duh dest bi serdana malbatan kir.

Îro endamên însiyatîfê serdanên xwe ji bo malbatên li bajarê Qamişloyê didomînin. Di rûniştinên li gel malbatan de endamên însiyatîfê rewşa sîstema êşkence û qirkirinê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bandorên wê şîrove kirin.

Letîfa Elî ku salên 1991 û 1992`yan li Lubnanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye, hestên xwe wiha anîn ziman: “Dema min Rêber Apo dît min hîs kir cîhan tevahî bi min ronahî bû, ez pir kêfxweş bûm ku min ew dît.”

Letîfa Elî bal kişand ser ku ev 26 sal e Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmralî de tê ragirtin û da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û hevalbendên wê fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan li hemberî sîstema xwe bi tirs dibînin, lewma sîstema êşkence û qirkirinê li dijî wî dimeşînin û wiha got: “Ji bo Rêbertî çi ji destê me tê, em ê bikin.”

Newaf Xelîl jî di sala 1997`an li Şamê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dîtiye. Xelîl destnîşan kir ku ji bo wî dîtina Rêber Abdullah Ocalan mîna xewnekê bû û ew xewn pêk hat, Rêber Abdullah Ocalan bi ramanên xwe gel ji koletî û bindestiyê rizgar dike û wiha dom kir: “Em ê ji bo pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Apo têbikoşin.”

Remedan Umer di 1994`an de li Şamê Rêber Abdullah Ocalan dîtiye. Remedan Umer diyar kir ku bi fikra Rêber Abdullah Ocalan gel dikare ji nava lepên û pencên tarîtiya desthilatdaran rizgar bike û wiha got: “Em dilsozî û soza xwe bi Rêbertî re nû dikin ku em ê ji bo pêkanîna fikrên wî her têkoşînê bikin.”

Însiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di serdanên xwe de belavokên "Jiyana Rêber Abdullah Ocalan" û xêzeromana bi navê “Azadî dê bi ser bikeve” ya ku jiyana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vedibêje, diyarî malbatan kirin.